Tecrîda li ser Ocalan li Şengalê hate şermezarkirin

TAJÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwestê nîşan bidin û têkoşînê xurt bikin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, li Çiyayê Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in di nava tecrîdeke li dijî mirovahiyê de li Girava Îmraliyê tê girtin û bal hat kişandin ser serdanên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT).

CPT LI GORÎ BERJEWENDIYÊN DESTHILATDARAN TEVDIGERE

TAJÊ diyar kir, CPT heta niha li ser rewşa Ocalan ti daxuyanî nedaye û destnîşan kir, ev yek jî nîşan dide ku CPT serbixwe nîne û li gorî berjewendiyên desthilatdaran tevdigere.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di vê serdemê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, tecrîd û îşkenceya li Ocalan hatiye girankirin û hat gotin, "Her wiha bi her awayî polîtîkayên qirêj û dij mirovane li hemberî gelan tên meşandin."

EGER EM ÎRO LI VIR IN, EV BI SAYA BÎRDOZIYA RÊBER APO YE

TAJÊ da zanîn, herî zêde civaka Êzidî bi taybetî keç û jinên Êzidî ji van polîtîkayên qirêj zerar dîtine û destnîşan kir, yekane rêya afirandina jiyaneke azad û aram, fikir û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Eger em îro li vir li hev kom bûne, bûne xwedî rêxistin, vîn û hêz, ev yek bi saya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ye.

Ji bo vê jî, weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), em ê heta dawiyê xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde bikin. Ya ku me ber bi heqîqetê ve dibe, ev fikir e. Bi me jinên Êzidî tenê mabe, em ê heta dawiyê bibin şopdar û parazvanê vê fikir û bîrdoziyê."

Di dawiya daxuyaniyê de TAJÊ, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwestê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin.