'Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e."

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji bilî hevdîtina 11'ê Îlona 2016'an a bi malbatê re, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzer her hefte bi rêk û pêk serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê belê bi hincetên "keştî xerabe ye", "rewşa hewayê nebaş e", "Rewşa Awarte" serlêdan nayê qebûlkirin. Herî dawî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevdîtinê hefteya bihurî serî li Wezareta Edaletê da. Bersiv hîn ji vê serlêdanê re nehatiye dayin.

'CIWANÊN KURD WÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag tecrîda li ser Ocalan nirxand û diyar kir ku tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd tê kirin. Dag bi bîr xist ku gelê Kurd Ocalan weke rêberê xwe qebûl kiriye û got, "Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd dîlgirtina gel bi xwe ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e. Bi taybetî tecrîda li ser ciwanên Kurd e. Yên ku vê tecrîdê bişikînin, ciwanên Kurd in. Ji bo vê jî divê bi hêz û rêxistinbûna xwe li ber xwe bidin. Dîlgirtina rêberê gelekî tê wateya faşîzmê."

HEWLDAN WÊ BIDOMIN

Dag bal kişand ser daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û destnîşan kir ku bi dîlgirtina rêberê gelekî re tê xwestin ew gel ji nedîtî ve bê û wiha dewam kir: "HDP partiyeke ku gelê Kurd dengê xwe dayê. Me xwest em Birêz Ocalan bibînin ku gelê Kurd wî weke rêberê xwe dibîne û xwedî lê derdikeve. Hîn bersiv ji me re nehatiye dayin. Lê belê bersiv çi dibe bila bibe, ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan hewldanên me wê bidomin."

'BERXWEDANA TOPYEKÛN DIVÊ'

Li ser nêzîkatiya gelê Kurd a li tecrîdê Dag got, "Gelê Kurd tecrîda li ser Birêz Ocalan weke tecrîda li ser xwe dibîne. Faşîzm gihîştiye asteke dijwar û civakî. Li dijî faşîzma topyekûn pêwîstî bi berxwedana topyekûn heye. Weke ku tê zanîn, partiya me jî ji nêrînên Birêz Ocalan ava bûye. Em ê di çarçoveya pîvan û polîtîkayên partiya xwe de, zext û tecrîda li Birêz Ocalan, gel û ciwanên Kurd bişikînin."