‘Tecrîd zirarê dide gelên Rojhilata Navîn’

Parlementer Aydenîz diyar kir ku bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurd, Tirk û gelên Rohilata Navîn zirarê dibine û got: “Ji bo Tirkiyeyek demokratîk û Kurdistanek azad divê Birêz Ocalan azad bibe.”

Ji 11'ê Îlona 2016'an ve malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Ji wê rojê ve bi ti awayî agahî jê nayên girtin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku li girtîgeha Îmraliyê êşkence û muameleya xerab li Ocalan hatibû kirin, di sala 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabû û xwestibû Tirkiye bê darezandin. Lê DMME’yê piştî 8 salan bersîva parêzeran da û daxwaza parêzeran red kir.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz, tecrîta giran a li ser Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan, destûr nedayîna hevdîtina parêzer û malbatê û biryara DMME’yê ji ANF’ê nirxand.

‘SÎSTEMA ÎMRALIYÊ SIYASÎ Û TAYBET E’

Aydenîz destnîşan kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zirarê dide gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Eger mirov tecrîdê binirxîne, mirov dikare bêje li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Tecrîd di sala 1999’an û vir de bi awayek sîstematîk, li ser gelê Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Zêdetirî sê sale tecrîdek giran û mînaka wê li ti welatî nîne li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir de parêzer û ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir de jî heyet nikarin bi Birêz Ocalan hevdîtinê pêk bînin. Sîstema Îmraliyê siyasî û taybet e. Çawan nêzîkatiya dewletê li hemberî Îmraliyê taybet e, nêzîkatiyên welatên Ewropa û CPT’î jî ji bo Îmraliyê taybet e. ”

‘DIVÊ TECRÎD RABE Û OCALAN AZAD BIBIE’

Aydenîz,bal kişand li daxwazên hevdîtina parêzer û malbatê ya ji bo Îmraliyê û wiha pêde çû: “Heta niha daxwazên hevdîtinê yên li gel Birêz Ocalan bi hincetên koster xirabûye û rewşa hawayê dihat qedekirin, niha jî bi hinceta cezayê disiplînê daxwaza hevdîtinê tê qedexekirin. Divê ev tecrîd bê rakirin û demildest Bîrêz Ocalan azad bibe. Şer bi tecrîtê re kûrtîr dibe, tenê Kurd zirarê nabînin, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê tecrîdê zirarê dibîne.”

‘PERGALA ÎMRALIYÊ JINEDÎTINÊ VE TÊ’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bal kişand ser biryara DMME'ê ya redkirina serlêdana êşkence û muameleya xerab a Ocalan û got ku DMME'ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye. Aydenîz bibîr xist ku DMME ji sibata 1999'an heta niha rewş û şertên Ocalan û girtîgeha Îmraliyê baş dizane û wiha got: "Lê balkêş e biryara DMME'ê ya 27'ê Îlonê nîşan dide ku rol û misyona xwe binpê kiriye. Ji pîvan, hiqûq û rêgezên xwe dûr ketiye. Biryara DMME'ê girêdayî sekna Ocalan û polîtîkayên Tirkiyeyê ye. DMME, pîvan û çeperê lêpirsînê li gorî hikûmeta Tirkiye dinirxîne. Li vir pergala Îmraliyê ji nedîtinê tên. Girtîgeha Îmraliyê li gorî Birêz Ocalan hatiye avakirin. Ji hewa û bejayî ve hemû der û dorê wê hatiye qedexekirin."

‘PERSPEKTÎFÊN OCALAN RÊYA TİRKIYEYÊ RONÎ DIKE’

Aydenîz bilêv kir ku perspektîfên Ocalan rêya Tirkiyeyê ronî dike û wiha got: “Di sala 2013, 14 û heta 15 pêvajoya aştiyê ji aliyê Birêz Ocalan ve hate destpêkirin. Her kesê bi awayek vekirî dît ku çawan perspektîfên Ocalan rêya aramî û aştiyê vedike. Ramên Ocalan ronîkirina Tirkiye, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê serdemê de Tirkiye di hindirê welat û ji derveyî welat xitimiye û tenê rêyek vê heye ev jî dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan bûyer û geşedanên bi qewîme berî çend salan dibîne û rêyên çareseriyê pêşniyar dike. Pêşdîtinên Ocalan yên berî niha hişyar kirîbû yek bi yek pêkhatin. Raman û pêşniyarên Birêz Ocalan pêşî li geşedanên li Rohilata Navîn digre û rêyên aramiyê nîşan dide. Bi tecrîda girankirî re li Tirkiyeyê hemû rêyên siyasetê xitîmin û krîzek kûr li Tirkiyeyê ketiye dewrê.”