'Tecrîd li tevahiya jiyanê hatiye belavkirin'

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in tecrîdkirî ye û got, "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, tecrîd êdî li nava jiyanê belav bûye."

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Bîlgîn da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha, ango ev 21 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de ye û got, "Em di salvegera 21'emîn a komploya navneteweyî de ne. Ev 21 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de ye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîda mutleq girantir bû. Serlêdanên parêzer û ferdên malbatên hemû hatin astengkirin û bi ti awayî hevdîtin li gel Rêber Ocalan nehat pêkanîn. Hemû şandeyên di dema pêvajoya aştiyê de diçûn Îmraliyê çûyîna wan hate astengkirin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 7'ê Mijdara sala 2018'an de çalakiya greva birçîbûnê hate lidarxistin. Çalakî li girtîgeh, li welat û derveyî welat berbelav bû û her wiha di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de 8 çalakgeran çalakiyên fedaî pêk anîn. Di encama çalakiyê de dewlet neçar ma ku deriyên Îmraliyê li parêzer û malbata Rêber Ocalan veke. Bi vê yekê re parêzerên Rêber Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica di 2'ê Gulanê, di 22''ê Gulanê, di 12'ê Hezîranê, di 18'ê Hezîranê û herî dawî jî di 7'ê Tebaxa sala 2019'an de bi Rêber Ocalan re hevdîtin kirin. 21 sal in em dibînin ku bi çalakî û berxwedanê dewlet paş de gavan diavêje."

'BIRYARÊN ÎMRALIYÊ SIYASÎ NE'

Di dewama axaftina xwe de Bîlgîn destnîşan kir ku hêzên serdest ji bo ku polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn bixin meriyetê li ser tecrîdê israr dikin û got, "Ji 22'ê Gulanê û vir ve dewletê serlêdanên ji bo hevdîtinê hemû red kirin û ji bo serlêdanan jî hinceteke qanûnî afirandin. Mînak, bi cezayê disiplînê dixwazin serlêdanên hevdîtinê hemûyan asteng bikin. 21 sal in tecrîd li dijî Birêz Ocalan pêk tê û Birêz Ocalan bi tena serê xwe tê girtin. Kesekî bi tena serê xwe çawan dikare cezayê disiplînê bigre. Bi awayek zelal em dibînin ku ev biryar siyasî ye û ne biryarekî hiqûqî ye. Kesên di girtîgehê de mafên wan ên hiqûqî hene û divê ev mafên hiqûqî ji dest neyên girtin. Li ser felsefeya Birêz Ocalan êrîş heye. Di şexsê Birêz Ocalan de li ser gelên Rojhilata Navîn êrîşek berfireh heye. Ji bo serdest berjewendiyên xwe bidest bixin û polîtîkayên xwe bixin meriyetê li ser tecrîdê israr dikin. Serdestan ev polîtîkaya xwe li Idlibê, Efrîn û herêma Kobanê destnîşan kirin. Dixwazin destketiyên gelan hemûyan ên ku bikarin qedera xwe bi xwe tayîn bikin ji dest bigirin."

'GELÊN ROJHILATA NAVÎN HATINE TECRÎDKIRIN'

Bi domdarî Bîlgîn bilêv kir ku eger tecrîd ji holê rabe wê gelên Rohilata Navîn bi awayekî azad bikare xwe bi xwe bi rê ve bibin û got: "Bi vê yekê re wê jiyanek nû û modelek nû bê afirandin. Tirsa sereke ya serdestan ew e ku li herêmê Modernîteya Demokratîk bikeve dewrê. Ji bo vê yekê piştevaniya Modernîteya Kaptalîst dikin û tecrîdê kûr dikin. Eger tecrîd ji holê rabe wê tevahiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bêhnê bistîne. Tecrîd tenê ne li ser Kurdan heye, tecrîd bandorê li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn dike. Li Tirkiyê her ku diçe krîza aboriyê, siyasî û civakî kûr dibe. Tundiya li jinê û êrîşên li jinê zêde dibin. Sedema tevahiya krîzên li Tirkiyeyê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi tecrîdê rêyên siyasetê hemû hatine girin û xitimandin."

'TECRÎD BANDORÊ LI JINAN DIKE'

Bîlgîn anî ziman ku herî zêde tecrîd bandorê li jinan dike û got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dema dest bi greva birçîbûnê kir, li dadgeha Tirkiyeyê ev tişt bilêv kiribû, 'Mîna siyasetmedarên Kurd hemûyan, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandor li min kirin û beşdarî tevgera siyaseta Kurd bûm'. Di nêrîna gelê Kurd de tu tişt ji Birêz Ocalan girîngtir nîne. Heta tecrîd bidome wê tundiya li jinê jî bidome û her demê jin di hedefa dewletê û mêr de be. Mînak, çawa ku siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hate qetilkirin. Em dibînin her ku diçe komkujiyên li dijî jinan zêde dibin. Dewlet dixwaze bi hişmendiya xwe ya serdest jinê ji siyaset û civakê vegire. Lê belê bi salan Birêz Ocalan ji bo têkoşîna jinê têdikoşe. Ji bo vê yekê tecrîd mijarek sereke ya jinane. Ji bo Kurdistanê û demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û ji bo aştiyê û jiyaneke azad, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Azadiya Birêz Ocalan, temînata aştî û  demokratîkbûyina gelane a ku ev sedan salan in bi hev re ne."