'Tecrîd dibe sedema hilweşîna siyasî, aborî û civakî'

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Farûk Tatli got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve dibe sedema hilweşînê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Dem bi dem li gorî rewşa siyasî şert û merc bêne sistkirin jî bi gotina wî di nava 'tecrîdeke mutleq a girankirî de ye'. Di navbera salên 2013 û 2015'an de ku hingî bi rêk û pêk hevdîtin pê re hatin kirin, eşkere bû ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê bandorê li siyaseta Kurdistanê dike, her wiha bandorê li siyaseta Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî dike. Ji dema ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re têne astengkirin û vir ve siyaset hîn bêhtir ji rê derketiye, aborî têk çûye û li qadên civakî, çandî krîz hene.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Farûk Tatli ji ANF'ê re axivî, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye û anî ziman ku dem bi dem eger tecrîd tê sistkirin ev yek ji ber polîtîkayên taktîkî ne.

'BI PLANA TÊKBIRINÊ RE HATE KÛRKIRIN'

Tatli anî ziman ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de ku Cotmeha 2014'an di civîna MGK'ê de hate wergirtin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye şidandin û wiha dewam kir, "Ev plan ji bo wê yekê bû ku têkiliya Abdullah Ocalan a bi gel re qut bike û nehêle ku peyaman bide gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di nava vê planê de ne tenê dewleta Tirk, her wiha aktorên navneteweyî jî hebûn. Ji xwe Abdullah Ocalan bi hevkariya NATO û hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Lewma tecrîda niha jî polîtîkayeke welê nîne ku dewleta Tirk bi tena serê xwe dimeşîne. Tecrîda heyî heyî konsepteke navneteweyî ye."

'CIVAK BI TEMAMÎ TECRÎDKIRÎ YE'

Tatli anî ziman ku bi taybetî ji sala 2016'an û pê ve AKP û MHP'ê bi hev re tecrîd giran kiriye û got, "Ferzkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd tê wê wateyê ku siyaseta Tirkiyeyê xitimî ye. Lewma tecrîda mutleq li ser Abdullah Ocalan ferz dikin. Dema ku bi Rêberê Gelê Kurd re bi rêk û pêk hevdîtin dihatin irin ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve jiyana li Tirkiyeyê baş dibû. Dema ku mirov bala xwe bidin ser daneyên aborî yên navbera salên 2013 û 2015'an dikarin vê bi hêsanî bibînin. Dema mirov li aboriya piştî sala 2015'an jî dinihêrin, hingî vê dibînin. Lewma tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tê wateya tecrîdkirina tevahiya civakê."

POZÎSYONA LÎDERIYA HERÊMÎ

Tatli destnîşan kir ku tecrîd çavkaniya pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî û çandî ye, ev yek jî bi hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Rêberê Gelê Kurd re dikarin bêne çareserkirin û wiha dewam kir, "Îro êdî dest li jiyana mirovan tê werdan. Jin têne qetilkirin. Asîmîlasyon û dejenerekirina çandî û exlaqî li ser ciwanan tê ferzkirin. Ev hemû hilweşîna civakî ye ku pêwendiya xwe yekser bi polîtîkaya tecrîdê heye. Pirsgirêka Kurd çiqasî bê girankirin, xitimîna li qadên din hemû mezin dibe. Rêberê Gelê Kurd di pirtûk û parêznameyên xwe de ne tenê ji Kurdan, her wiha ji gelên Rojhilata Navîn hemûyan re diaxive. Rewşa xitimandina polîtîk dinirxîne û ji bo wan jî pêşniyarên çareseriyê dike. Lewma xwedî pozîsyoneke bi vî rengî ya lîderiyê ye. Ji ber vê yekê jî hêzên navneteweyî û dewleta Tirk tecrîdê lê ferz dikin. Hewl didin ku pêşî li jiyaneke aram û ewle ya civakê bigirin."