'Tecrîd çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e'

Hevserokê OHD'ê yê Amedê Mûharrem Şahîn ragihand, mînaka tecrîda li dijî Ocalan li devereke din a dinyayê nîne û nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT da.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayên çêkirin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Amedê Muharrem Şahîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji ANF’ê re axivî. Şahîn anî ziman ku di aliyê zagon û hiqûqî de vesazkirineke qanûnî mewzûbehs nîne û bal kişand ser pêkanînên kêfî.

Şahîn da zanîn ku li gorî qanûnên heyî eşkere ye ku hikumxwar û girtî divê di nava kîjan şert û mercan de hevdîtinê pêk bînin û got, "Ev ne tiştekî wiha ye ku ji kêfiyet û şîroveyan re bên hiştin. Di hiqûqê de ev zelal in, sînor û çarçoveya wan hatiye diyarkirin. Mirov çi hikûmxwar çi girtî bin, di kîjan şert û mercan de xwedî mafên hevdîtinan e, wê bi kê re hevdîtinan pêk bînin bi awayekî bi kitekit û detay hatine diyarkirin. Lewra em wer difikirin û dibînin li vir a heyî bi temamî encameke li gor guhertinên polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya konjektura siyasî ya navneteweyî ye." 

‘TECRÎD SÎSTEMATÎK E’

Şahîn destnîşan kir ku salên dirêj e Ocalan tecrîdkirî ye û got, "Ev tecrîd bi awayekî heta îro mînakên wê nehatine dîtin, pir giran tê pêkanîn. Bi tena xwe li giravekê hat hiştin, li dû nîqaşên zêde hinek girtiyên din birin wir. Hinek ji wan paşde birin, hinek jî niha li cem in. Ji dema ew anîne jî bi malbatê re hevdîtin pir bi sînor hatin pêkanîn. Mafên ji bo kesên sêyemîn nehatin cih. Mafê xwe yê telefonê nikarî pêk bîne. Ji amûrên ragihandinê yên weke televîzyon, radyo û rojnameyan zêde nikarî sûd bigire. Salên dirêj radyoyeke wî ya yek kanal, timî xera dibû û nedikişand hebû. Rojname jî hefteyê carekê didanê. Ew jî bi rêkûpêk nedidan. Dema didanê jî beşên ji nûçeyan dihat qutkirin. 

Ya rastî ew tecrîd dema hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk dihatin jî dewam dikir. Hem li cihekî pir dûrî malbatê ye hem jî hevdîtina bi parêzeran re ya diviyabû hefteyê carekê be jî bi rêkûpêk çênedibûn. Ev pirsgirêk nehatin çareserkirin. Her wiha ji Tîrmeha 2011’an ve bi salan nehiştin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Herî dawî di encama grevên birçîbûnê de çend hevdîtin pêk hatin. Paşê ew hevdîtin careke din hatin qutkirin." 

‘GAVA OCALAN DIPEYVÎVE CIVAK ARAM DIBE’

Şahîn da xuyakirin ku gava bi Ocalan re hevdîtin pêk tê û Ocalan dipeyîve civak digihêje aramiyê û got, "Li gel hemû neyîniyan tenê ku hevdîtin bi parêzeran re pêk dihatin, dibû sedema di nav civakê de tansiyona heyî kêm bibe. Ji ber nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji pirsgirêkên civakê re û tevkariyên ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan jî me dît ku di civakê de rehetiyek çêdibe. Ji lewra tenê hevdîtina bi parêzeran jî têkildarî raya giştî dihişt mirov nefesekê bistîne. Li Tirkiyeyê girtîgeha xwedî ewlekariya herî zêde Girtîgeha Îmraliyê ye. Her wiha li wir pêkanîneke ku heta niha li cîhanê rû nedaye û ne li gor mewzûata navneteweyî, ne jî li gor a me ye mewzûbehs e. Mînak, ser cihê hewadarkirinê bi têlan hatiye girtin. Bifikirin hûn diçin cihê hewadarkirinê lê hûn asîman û rojê nabînin. Berê rojê saetekê derdiket cihê hewadarkirinê, car caran dikarîbû bi kar bîne, car caran nikarîbû. Ji ber pencere pir bilind bûn, hewa nedihat hundir. Hinek tişt datanîn ser cihê razanê û wer dihat xwestin pencere bê vekirin. Paşê hewl hat dayîn ev mijar bên çareserkirin. Mînak, ji bo hewa bê hundir di derî de kun hatin vekirin. Niha ev hemû dema tên îfadekirin dibe ku biçûk bên dîtin, lê belê ev tiştên jiyanî ne. Lewma ev tecrîd timî hat dewamkirin. Hinek caran hat girankirin, bi qismî di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî perîyodîk hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk hatin. Belê dibe ku mirov ji bo hinekan nexwaze hinek tiştan bike, lê belê qanûn û hiqûq ji bo her kesî ye. Mirov neçar e, li gor wan tevbigere. Welatiyek, rayedarek û siyasetmedarek mecbûr e li gor wan nêzîk bibe.”

‘PÊŞ DÎTINÊN OCALAN YEK BI YEK PÊK TÊN’

Şahîn bilêv kir ku pirsgirêka Kurd salên dirêje li welat didome û ev tişt got: “Dema mirov di asoya berfireh de lê dinihêre, em jê re dibêjin pirsgirêka demokrasiyê. Yanî mirov dikare gelek navan lê bike. Lê belê kesên naxwazin li vî welatî demokrasî bi cih bibe, timî tenê ne ji aliyekî ve ji her alî ve hebûn. Birêz Ocalan ev timî ji civakê, ji dewletê, beşa yekser xîtabî wê jî dikir û ji siyasetmedaran re jî digot, ‘Hûn min fêm nakin.’ Dema tiştên digot dihatin rexnekirin digot, ‘Hûn dikarin rexne bikin, lê belê hûn min fêm nakin. Binihêrin wê encama vê karesat be, xerab be.’ Ji gelek tiştên got re me şahidî kir. Tiştên têkildarî Iraqê digotin, ên hê di salên 2009-2010’an de der barê Sûriyeyê de digotin pêk hatin. Ya rastî tişta dixwest bêje ew bû, ‘Eger em demokrasiyê pêk neyînin, wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê bike.’ Belê niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kiriye. Ji tiştên me di pirtûkên dîrokê de xwendine qat bi qat zêdetir di kanalên televîzyonan de bi awayekî zindî em temaşe dikin. Lewma ev çi ji ber têkiliyên xwe yên bi hêzên derve re çi jî bi giranî ji ber têkiliyên navxweyî, tê gotin, ‘Belê bila neaxive, bila li welêt kaosek hebe, bila mirov li welat bikevin nav tengasiyekê.’ Hinek caran desthilatdarî ji bo domandina hukmê xwe vê tengasiyê bi kar tînin. Ji ber eger rewş û şert û merc normal bibin, wê berjewendiyên komeke biçûk zerarê bibîne. Ji bo berjewendiyên xwe jî biparêzin naxwazin welat rehet be. Ji ber naxwazin jî dibêjin, ‘Bila Ocalan neaxive, bêdeng be. Bila bi ti kesî re têkiliya wî nebe. Em jî di nav vê kaosê de bi qasî em karîbin bibin em bibin û asta xwe ya heyî bidomînin.’ Ravekirina vê ya hêsan û zelal bi vî awayî ye. Wekî din sedemeke ku bê hişê mirov nîne. 

Yanî ma mirov dikare wekî din çawa îzah bike, nayê îzahkirin. Belê dewletê ceriband, çêbû û ya rastî her kesî jî piştgirî da vê. Ji ber li gor dilê her kesî bû. Yanî dema mirov nûçeyan vedikin, qet naxwazin bûyerên şîdetê temaşe bikin. Naxwazin bi vê re rûbirû werin. Dixwazin weke mirovên normal jiyana xwe bidomînin, pêdiviyên xwe bînin cih. Yek jî gotinek heye tê gotin ku mirov li ser piyên xwe û li ser erdê najîn, li ser mîdeya xwe dimeşin. Divê zikê mirovan têr bibe. Atmosfera şîdetê û şer di heman demê de dibin sedema welat jî feqîr bibin. Lewma têkiliyan van hemû tiştan bi hevdu re heye. Mirov û welat her diçe feqîr dibin. Dahata millî ya serê mirovekî em dibînin, dîsa em bihatiyê dibînin.”

‘TECRÎD NAVDEWLETÎ YE’

Şahîn bal kişand li ser bêdengiya CPT ya li dijî tecrîda li ser Ocalan jî û got: “Ez wer nafikirim ku ev tecrîd mijareke bi tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Di girtina Ocalan de çawa para hêz û rêxistinên din heye, di domandina vê tecrîdê de jî koalîsyon an jî fikreke hevpar heye. Helbet tarzê xebatê yê CPT heta rewşa tecrîdê pêk nehat zêde di rojeva Tirkiyeyê de nebû. Şert û mercên wê yên xebatê, tespîtkirina pirsgirêkan, piştî wê ji welatê têkildar re ragihandin û daxwazkirina çareserkirina wan e. Dema ev neyên bicihanîn, wan pirsgirêkan bi raya giştî re parve dikin. Ji lewra CPT di encama zor lê hat kirin çend caran çû Îmraliyê, pirsgirêk tespît kirine. Belê li gor rapora CPT di pêvajoya çareseriyê de me di çapemeniyê bihîst ku televîzyonek dane Birêz Ocalan. Lê niha di çi merheleyê de ye em nizanin. Îhtîmal heye ku jê stendibin, yan jî herî kêm haya me jê nîne. Dîsa ji ber hevdîtinên parêzeran û malbatan çênabin, tê dîtin ku CPT jî wer zêde zextê çênake. Ne ku nikare neke, dikare bike bêje, ‘Em alî ne, em di bicihanîna wê de berpirsiyar in, em aliyekî peymana navneteweyî ne.’ Ji lewra divê mirov zorê lê bike. Lewma em dibêjin ev hemû bi hevdu ve girêdayî ne. Di qada navneteweyî de berjewendî esas in. Her kes li gor berjewendiyên xwe polîtîka û siyasetekê pêş dixe. Eger ev hevdîtin feydeyekê dide wan, em israrekê dibînin. Lê dema nede, paşguhkirin, xemsariyek dibe mewzûbehs. Lewma ew yekpare ye. Yanî divê mirov wer nefikire ku kesek rûnişt, biryara wê da û dê wer dewam bike. Wisa nîne. Gelek aliyên wê hene. Ji ber ev pirsgirêk gelek welat û dewletan eleqedar dike.”