Tecawizkar li Wanê kirin midûr

Yaşar Saydût ku dema li Colemêrgê Midûrê Balafirgehê bû bi îdîayên êrişên destdirêjî û destavêtinê hate destgîrkirin û demeke dirêj ji kar hate dûrxistin, ji Midûriyeta DHMÎ ya Wanê re hate tayînkirin.

Yaşar Saydût ku li Geverê weke yekî tecawizkar dihate naskirin, li Wanê li Midûriyeta Karê Meydanên Hewa ya Dewletê ya Wanê (DHMÎ) tayîn kirin.

Midûrê Balafirgeh Yaşar Saydût ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi devkî û fîzîkî êrişî 3 jinên wezîfedarên ewlekariyê yên Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî kiribû, piştî ku qeyda wî ya deng derketibû holê di 28'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû destgîrkirin.

Saydût ji aliyê dadgehê ve bi rengekî negirtî hate darizandin û piştî ku eşkere bû deng ê wî ye, ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Saydût ê ku sê sal û nîvan nexebitî, hefteya derbasbûyî li wezîfeya xwe vegeriya. Mîna ku xelatê bidin wî ew li Midûriyeta Karê Meydanên Hewayî ya Dewletê ya Wanê (DHMÎ) tayîn kirin.