Taxên Geverê hatine dorpêçkirin

Li Geverê 6 taxên navçeyê 5 roj in dorpêçkirî ne. Polîs kontrola GBT'ê li şêniyên herêmê dikin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê taxên Orman, Dîze, Yeşîldere, Kişla, Cûmhûriyet û Gungorê her roj ji saet 20:00 heta serê sibehê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne. Polîsên ku li nava taxan digerin Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) dikin û ser şêniyên herêmê sax dikin.

Kesekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kirin ku ew nema dikarin ji mala xwe derkevin û polîs ciwanan dixin ber lêpirsînê. Şêniyê herêmê got, pirsên "Hûn bi ku ve diçin", "Çi karê we heye li vir", "Hûn çi karî dikin" li wan tê kirin û got, "Em êdî ji vê rewşê bêzar bûne. Em nikarin biçin gel cîranên xwe. Li serê her kolanekê wesayiteke zirxî û 2 ranger disekinin."