Taxeke Colemêrgê tecrîdkirî ye

Taxa Karşiyaka ya Colemêrgê ji aliyê dewletê ve hatiye tecrîdkirin. Şêniyên taxê nikarin ji xizmetekê sûdê werbigirin.

Dewleta Tirk ku navenda bajarê Colemêrgê dorpêç kiriye, hin tax û tund jî bi temamî tecrîd kiriye. Yek ji wan taxan jî taxa Karşiyakayê ye.

Dewleta Tirk navend û navçeyên Colemêrgê bi hezaran qereqol, kalekol û leşkerên xwe kiriye qadeke leşkerî. Gund hemû dorpêçkirî ne. Li ser rêyên berê wan li navenda bajarê Colemêrgê ne, bendên kontrolê hatine danîn, wesayit û mirovên diçin bajêr û vedigerin tên kontrolkirin. Şaredariya Colemêrgê ya desteserkirî jî di nav de saziyên dewletê hemû veguherîne qereqolê. Li kolanên bingehîn û li serê her kolanê teqez wesayitên zirxî hene. Êvarê jî bi wesayitên zirxî mîna konvoyê li taxan dewriyeyê digerin.

Li Colemêrg a di vê rewşê de ye, taxa wê ya Karşiyakayê jî tecrîdkirî ye. Taxa Karşiyakayê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî, bi ava xwe paqij, bi bax û baxçeyên xwe mîna qadek ji bihuştê ye, bi salan e di nava dorpêçî û tecrîda dewletê de ye. Rêyên xerabûyî û teng ên taxê, beşeke wan a mezin bi xendek û tehtan girtî ne. Şêniyên taxê piştî ku nexweşan derdixînin derveyî taxê, hingî wesayit an jî ambûlans dikarin wan bibin nexweşxaneyê. Ava vexwarinê ya taxê bi salan e nîne. Şêniyên bi derfetên xwe ava vexwarinê ji xwe re peyda dikin.

Şêniyekî taxê ji ANF'ê re axivî û got, "Dewlet bi çavê dijminan li me dinere. Welê li me kirine ku em nikarin biçin gel cîranê xwe. Taxa me ji aliyê dewletê ve hatiye tecrîdkirin. Bi salane xizmet li taxa me nekirine."