Taşdemîr: Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov têne windakirin!

HDP'ê û saziyên jinan diyar kirin ku hewl tê dayin 'windabûna' xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû bê nixumandin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa, der barê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku li Dersimê agahî jê nayê girtin û destavêtina li zarokan a li navçeya Pertaxê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Civîn li avahiya HDP'ê ya Dersimê pêk hat û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Nûrşat Yeşîl û endamên Komeleya Jinê ya Rosa û TJA'yê tevlî bûn.

'DIXWAZIN BINIXUMÎNIN'

Taşdemîr got, "Dersim bajarekî welê ye ku kontrolkirina mirovan li aliyekî, çiya û kevirên xwe jî tê kontrolkirin. Em di wê baweriyê de ne ku hewl didin vê bûyerê binixumînin."

Taşdemîr destnîşan kir ku polîs bi taybetî li ser rewşa ziravê wê Zaînal Abarakov ku kiryar e agahiyeke zelal parve nakin.

Taşdemîr got, "Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov têne windakirin."

Taşdemîr li ser destavêtina li zarokan a li Pertaxê jî got, "Bûyerên ku di nava 10 rojên dawî de zêde bûne ji siyaseta desthilatdariyê ne cuda ne."