Tarhan û Sak ên bi SÎHA’yê birîndar bibûn hê jî li emniyetê ne

Sak û Tarhan ên li gundê Talê ji aliyê SÎHA’yê ve hatibûn birîndarkirin û bi awayekî birîndar bibûn eniyetê, bi rojane li nezaretê tên ragirtin.

Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên di erefeya cejnê de li gundê Talê bi balafirên keşfê yên bê mirov (SÎHA) yê ve hatin gulereşandin û dermankirina wan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dewam dike, bi destûra dixtoran biribûn Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Colemêrgê, karûbarên wan hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di nava rojê de ji bo carekê dermankirina birîndaran, tên birina Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û lêpirsîna wan jî hê didome.

Îbrahîm Sak ê bi rojane ku bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk neanî, îro bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî.

Li aliyê din Îsmaîl Aydin ên li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dihat dermankirin ber bi başiyê ve diçe.