Tara Hisên û Selam Abdullah bûn hevserokên Tevgera Azadî

Di Kongreya Asayî ya 3'yemîn a Tevgera Azadî de Tara Hisên û Selam Abdullah ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

Kongreya 3’yemîn a Tevgera Azadî a Civaka Kurdistanê danê sibehê li parêzgeha Silêmanî bi tevlêbûna 700 delegeyan berdewam dike.

Di kongreyê de rapora nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî û rêziknameya nû ya Tevgera Azadî hate xwendin. Her wiha hevserokên nû hatin hilbijartin û tê payîn ku di saetên pêş me de desteya nû ya rêveberiyê jî bê hilbijartin. Li gorî hatî organîzekirin wê kongre rojekê berdewam.

Piştî xwendina rapora siyasî ya kongreyê, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdula nameyên pîrozbahiyê yên gelek partî, rêxistin û komeleyên ji çar aliyên Kurdistan, Iraq û Ewropayê yên wek YNK, HDP, PYD, PJAK, KODAR, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Karkerên Kurdistanê, KNK, Kongra Star, Ehlî Heq, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Bihevre Jiyanê ya Iraqê û Partiya Niştîmaniya Kurdistanê ku ji kongreyê re şandibûn xwendin.

Her wiha piştî xwendina peyaman dîwana serokatiyê ku ji sê kesan pêkdihat hat hilbijartin. Piştre hevserok Tara Hisên rapora nirxandina rewşa rêxistinî xwend û beşdarvanên kongreyê li ser vê guftûgo, pêşniyar û nirxandin kirin.

Piştre jî rêziknameya nû ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliyê Şehîn Mihemed ve hat xwendin û bi heman awayî li ser guftûgo û nîqaş hatin kirin.

Li gorî plansaziya kongreyê piştî rapor û nîqaşan, hilbijartina hevserokatî hat kirin.

Di encama hilbijartinê de Tara Hisên û Selam Ebdullah ji bo hevserokatiya Tevgera Azadî hatin hilbijartin.

Tara Husên kê ye?

Li sala 1983 li Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê hatiye din. Yek ji avakara Desteya Damezrêner a Tevgera Azadî ye.

Di kongreya 2’an de alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê bû.

Selam Abdullah kî ye?

Li sala 1981’an li gundê Sûredê yê ser bi Raperînê hatiye dinê.

Xwendekarê Masterê li ser dîrokê.

Yek ji endamên destpêkê ya kongreya damezrêner a Tevgera Azadî ye.

Berê endamê desteya rêveber a Tevgera Azadî bû.

Tê payîn ku piştî hevseroka desteya rêveber a nû jî bê hilbijartin.

Kongre didome.