Tanya: Divê pêla şoreşê ya li Îranê bigihêje hemû bajaran!

Hevseroka KODAR'ê Zîlan Tanya li ser serhildana ku li gelek bajarên Îranê dest pê kir daxuyanî da û bang li gelên Îranê kir ku serhildanê li hemû bajarên Îranê belav bikin.

Hevseroka KODAR'ê Zîlan Tanya, li ser serhildana gela a li dijî rejîma Îranê, ji ANF'ê re axivî.

Tanya, serhildana li bajarên Îranê dest pê kir, silav kir û anî ziman ku serhildan ji ber polîtîkayên hundir û derve yên rejîma Îranê rû da. Tanya got, "Rejîma Îranê xwe dispêre zîhniyeta navendîparêz, desthilatdarîparêz, baviksalarî û faşîzan. Ji destûra bingehîn heta hemû organên sîstemê, pêkanîn li gorî vê yekê tên kirin. Bi salan e zilm û zexteke mezin li gelên Îranê tê kirin.

Gelên Îranê ji aliyê neteweyî, etnîkî, bawerî û dîrokî ve gelekî dewlemend e. Lewma gelên Îranî xwedî gelek çand û nasnameyan e. Lê belê polîtîkayên rejîmê xwe dispêre yek rengî û bi polîtîkayên qirkirin, êşkence, darvekirin û îdamê xwe li ser civakê ferz dike. Tevî vê yekê jî gel serî netewandiye, di demên cuda de bi dayina berdêlên giran nerazîbûna xwe nîşan daye.

Ev civak bi ti awayî vê rejîmê qebûl nake û vê desthilatdariyê jî nekarî xwe bi civakê bide qebûlkirin. Ji ber vê yekê gel û desthilatdarî ji aliyê dîrokî, aborî, hiqûqî, derûnî, civakî û siyasî ve dûrî hev in. Di rabirdûya vê rejîma faşîst de ku dikeve sala 38'an, ji bo demokrasî, civakê û guhertinê ti gav nehatiye avêtin. Gav bi gav vê desthilatdariyê hê bêhtir tirs û zext mezin kiriye, xwestiye civakeke homojen biafirîne. Bi vê armancê serî li gelek rê û rêbazê daye. Polîtîkaya zilm û zordariyê, çawa ku berê nekariye bi gel û nekariye pêşî li daxwazên demokratîk bigire, îro jî gel ji bo hiqûq, demokrasî, jiyan û edaletê li ser piyan e û wê bi zextan nikaribin gel bêdeng bikin. Ev yek wê bi çalakiyên hê girseyî derkeve asteke bilind."

Tanya anî ziman ku li dijî derbiyekirina ciavkê bi birçîbûnê, zext û şîdetê, li hemberî yek tîpkirinê, li dijî bêparhiştina ji hemû mafên xwe yên çandî, civakî, etnîkî û hiqûqî, înkarkirina nasnameyên jin, ciwan û baweriyên cuda, zext û zordarî, darvekirina girtiyên siyasî rê li ber nerazîbûnan vekirine û wiha dewam kir: "Qedexekirina sendîka û rêxisitnbûnên karkeran, girtin rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran, ya jî ferzkirina koçberiyê, yekane pêkanîn û nêzîkatî bûn ku heta niha ji civakê re rewa hate dîtin. Yekane alternatîfa ji gel re hate hiştin têkoşîn, serhildan û berxwedan e. Gelên Îranê jî îro dadikeve meydanê û vî mafê xwe yê serhildanê bi kar tîne."

'SERHILDAN JI BER POLÎTÎKAYÊN HUNDIR Û DERVE YÊN ANTÎ DEMOKRATÎK IN'

Tanya diyar kir, rejîma Îranê bi bahaneya hêzên derve hewl dide xwe li ser piyan bigire, pêşî li nerazîbûna gel bigire û berê vê nerazîbûnê bide derve. Tanya got, "Bi taybetî piştî ku bihara Ereb dest pê kir, ji bo li hundi serhildan rû nedin, şer bir derveyî welêt, bi xwe tevlî vî şerî bû û bi vî rengî zext, nakokiyên derve tev da û hewl da hebûna xwe ewle bike. Van polîtîkayan Îran ji aliyê aborî ve anî ber îflasê û nirxên madî û manewî yên gel ji holê rakir. Hêzên dijberê rejîmê jî hem li hundir hem jî li derve zêde kir. Li hemberî cîhana rojava, bi navê peymana Bercamê xwest têkiliyeke nerm biafirîne, hê bêhtir bandorê li herêmê bike û destwedana ji derve taloq bike. Ev yek formuelke demkî û navberê bû ku niha encama jê dixwaze nikare bi dest bixe."

GEL BI HEV RE LI GELEMPERIYA ÎRANÊ ŞOREŞÊ DIMEŞÎNIN

Tanya destnîşan kir ku gelên li bajarên Îranê rabûne ser piyan, li dora daxwaz û nirxên hevpar, hevigrtî û yekbûyî, bi çalakiyên pir reng û pir alî divê şoreşê li hemû bajarên Îranê belav bikin û got, "Ev serhildan ne tenê ji bo herêmekê ya jî beşek civakê ye. Hemû gelên Îranî divê xwedî lê derkevin, daxwazên xwe yên aborî, hiqûqî, siyasî û çandî bînin ziman û têkoşînê geş bikin. Gelek beş dikarin bi nêrîn û daxwazên cuda tevlî vê serhildanê bibin, lê belê pirsgirêka bingehîn a Îranê avakirina sîstemeke demokratîk, pir reng û wekhev e. Kombûna li dora vê, daxwaz bi vî rengî, divê were ferzkirin."

'DIVÊ DAXWAZA GELAN BÊ QEBÛLKIRIN'

Tanya da xuyakirin ku serhildana gelên Îranê hişyariyek ji bo demokratîkbûn û guherînê ye û ev hişyarî da rejîma Îranê: "Îran divê biryarekê bide. Ya wê daxwazên meşrû û mafdar ê gel qebûl bike û di rêya demokratîkbûnê de xwe biguherîne, ya jî wê hilweşîneke mezin bi serî ve bê. Ji ber vê yekê ya ku divê rejîma Îranê bike, nêzîkatiyek bi hestyarî û mejiyê siyasî ye, guhdarîkirina li daxwazên gel e, bi guhertina destûra bingehîn re naskirina hemû mafên jin, karker, etnîk, çand û baweriyê cuda ye. Pêkanîna guhertineke mezin e."