Serokê Navçeya Silopiya ya HADEP’ê Serdar Taniş û Rêveberê Navçeyê Ebûbekir Denîz ku di dîroka 25’ê Kanûna 2001’an li navçeya Silopî a Şirnexê de dema vexwendibûn Fermandariya Jendirmeyan a navçeyê û ji wê rojê heta niha tu agahiyek derbarê aqubeta wan de nehatiye girtin, hatin bibîranîn.
Parlementerê Şirnexê Hesen Ozguneş, malbat û endamên HDP’ê jî tevlî merasîma bîranînê ya li avahiya Rêxistina Navçeya Silopiyê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn.
“DADGEHÊ HEWIL DA SER DOSYEYÊ BIGIRE”
Ceylan Denîz ku dema bavê wê hat wendakirin hê 5 salî bû îşare bi guwaş û zulma demê ya saziyên mîna JÎTEM ku di salên 90’î de li ser gelê Kurd pêkanîne kir. Denîz wiha qala wê rewşê kir: “Nûnerê wê zulm û guşarê Fermandarê Jendirmeyan ya navenda Şirnexê yê wê çaxê Levent Ersoz bû ku yekser bi destûr û gefên xwarî Serokê Navçeya Silopiya ya HADEP Serdar Taniş û Rêveberê Navçeya Silopiya ya HADEP Ebûbekir Denîz di 25 Kanûna 2001’an hatin destgîrkirin.”
Denîz ku bal kêşande ser hewildanên nixumandina bûyerê ya ji aliyê dadgehê we û anî ziman: “Heta berpirsên wê bûyerê neyên darizandin û heta tirbekî ya wendayiyên me çênebe, em ê têkoşînê bidomînin.”
“ERSOZ GEF LI ME XWAR”
Piştre bavê Taniş Şûayîp Taniş jî axivî û diyar kir: “Kiryarê me Fermandarê wê demê Levent Ersoz e. Sê caran gefa kuştinê li me xwar. 2 caran bi awayeke rû bi rû û carekî ji li ser telefonê gef li me xwariye.”
Parlementer Hesen Ozguneş jî wiha bang li desthilatdariya AKP-MHP kir: “Çawa ku ANAP, DYP û DP ji dîrokê reş bûn hûnê jî sibe bên reşkirin.”