TAJÊ û YJCÊ bang kirin ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin

Li Komelgeha Borik a Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Yekîtiya jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyanî dan û bang kirin ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin.

TAJÊ Û YJCÊ’yê li ser dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanî daxuyanî dan. TAJÊ û YJCÊ dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang kirin ku xwedî li berxwedana dij dagirker derkevin.

TAJÊ û YJCÊ’yê di daxuyaniyê de got,’’Dîrokê dubare nîşan dide ku ku tenê rêyek li ber gelê Kurd heye û ev jî berxwedanî ye. Ji bilî berxwedanê rêyeke me ya dî nîn e, heke hebe ev jî rêya îxanetê ye, xweînarkrinê ye, dawiya vê rêyê jî tenê ketin e.’’

Di daxuyaniyê de TAJÊ Û YJCE’yê wiha bang kirin: ‘’Em Tevgera Jinên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî bang li jin û ciwanên Êzîdî û hemû mirovên xwedî rûmet dikin kur abin ser piyan, dem ew dem ku em li şehîdên xwe, li Serok Apo xwedî derkevin. Dem ew dem e ku em li hebûna xwe xwedî derkevin û dagirkeriyê tine bikin.’’