TAJÊ: Dewletên ku qirkirin qebûl kirine, bila xwedî li biryara darizandina DAÎŞ'ê derkevin

TAJÊ bang li civaka navneteweyî bi taybetî jî dewletên ku Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine kir ku xwedî li biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê derkevin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî mijara darizandina çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di sedsala 21'ê de ku qaşo weke sedsala demokrasî û mafên mirovan tê pênasekirin, li pêş çavên cîhanê êrîşeke hovane li civaka Êzidî hate kirin.

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê û pêşmerge yên ku ji bo parastina wan wezîfedar bûn, ew neparastin û yên bi hawara wan ve hatin hêzên YJA Star, HPG, YPG û YPJ'ê bûn.

TAJÊ diyar kir ku di ser fermanê re 9 sal derbas bûne, lê hîn jî birînên wan nehatine dermankirin, çarenûsa bi hezaran jin û zarokan nediyar e û beşek ji civakê jî li koçberiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hestiyên şehîdan hîn jî bi rengekî komî binaxkirî ne û hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker jî rojane êrîşî axa me û pêşengên me dike. Ewlekariya welatê me têk dibe. Parastina mafê civaka Êzidî erkê tevahiya cîhanê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên QSD, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ'ê li dijî hêza qirêj û metirsîdar DAÎŞ'ê şerekî bi rûmet û berxwedaneke mezin kirin û cîhan ji hêza tarî û qirêj a DAÎŞ'ê rizgar kirin.

TAJÊ diyar kir ku fikir û bîrdoziya DAÎŞ'ê hîn jî neheqiya ye û got, "Bi deh hezaran girtiyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehên QSD'ê, li kampa holê ya li rojavayê Kurdistanê xwedî wê bîrdoziyê ne. Bi hezaran girtiyên DAAÎŞ'ê hene, lê welatên wan xwedî li wan dernakevin. Ji bo xeteriya DAÎŞ'ê bi dawî bibe, hêzên navneteweyî bi rolekê tevnagerin. Lewma xeteriya DAÎŞ'ê li ser herêmê hîn jî dewam dike."

TAJÊ destnîşan kir ku DAÎŞ rêxistineke terorîst e, çete jî divê weke endamên rêxistineke terorîst bêne darizandin, ne weke mirovên şexsî û got, "Her wiha gelek dewletan piştgirî dan DAÎŞ'ê, ji endamên DAÎŞ'ê re bûn pir heta ku tevlî vê hêza terorîst bibin. Yek ji wan dewletan jî dewleta Tirk a dagirker e ku AKP-MHP serkêşiyê jê re dike."

TAJÊ bi bîr xist ku wan bi dehan caran bang li hêzên navneteweyî kirin, ji bo êrîşa li wan hatiye kirin weke qirkirinê bê qebûlkirin û got, "Dewletên ku qirkirin qebûl kirin, divê dadgehkirina DAÎŞ'ê jî bi fermî qebûl bikin. Divê tevlî biryara rêveberiya xweser bibin, ji bo dadgehkirina DAÎŞ'iyan. Li derveyî vê yekê biryara wan a jenosîdê tenê li ser kaxizê dimîne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên cîhanî bi taybetî jî dewletên ku qirkirin qebûl kirine hate kirin ku xwedî li biryara Rêveberiya Xweser a ji bo dadgehkirina DAÎŞ'iyan derkeve, dadgeheke navneteweyî ava bikin û DAÎŞ'iyan dadgeh bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê li gorî kiryarên wan û her wiha hêzên ku piştgiriya DAÎŞ'ê kirine hesab ji wan bê xwestin, cezayê ku heq kirine li wan bê birîn, bi taybetî jî li dewleta Tirk bê birîn."