Tabelaya Kurdî ya şaredariya Tetwanê hate daxistin

Tabelaya Kurdî ya bi avahiya şaredariya Tetwanê ve, hate daxistin. Li şûna ‘Tatvan belediyesi-Şaredariya Tetwan’, tabelaya ‘Tatvan Belediyesi Zabita Mudurlugu’ hate daliqandin.

Hêj bertekên li hemberî daxistina tabelaya Kurdî ya şaredariya Bedlîsê neqediyayî, li navçeya Tetwan a Bedlîsê şaredariya AKP’ê tabelaya Kurdî rakir. Şaredariya Tetwanê ku beriya niha, ji pewirgirtina 9 Endamên Meclîsa Şardariyê yên HDP’yî hatî rojevê, vê carê jî tabelaya, ‘Tatvan belediyesi-Şaredariya Tetwan’ hate rakirin û li şûna wê tabelaya, ‘Tatvan Belediyesi Zabita Mudurlugu’ hate daliqandin.

Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP'yî ku ji peywirê hatibû dûrxistin Diyar Orak, bertek nîşanî vê kiryarê da û diyar kir ku biryara daxistina tabelayên Kurdî ji hêla şaredariya Bedlîsê ve hatiye girtin. Orak got,“Em çavtengiya li hemberî Kurdî û ziman û çandên din qebûl nakin. Zimanê niştecihê bajêr piranî Kurdî ye, ev bêrêziyeke li hemberî gelê me hatiye kirin. Ez bi 9 hevalên xwe ve ji peywirê hatin dûrxistin, lê belê êm ê hemû xebatên şaredariyê bişopînin. Wê 5 hevalên me yên li ser karê xwe mayî bibin şopdarê vê rewşê û wê di civînan de mijarê bînin rojevê. Ev rewşeke ku bê qebûlkirin nîne.”