HBDH û BOG’ê gerîla Kasirga bibîr anî

Fermandariya Hevpar a HBDHû Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG)gerîlayê DKP-BOG ê 11’ê Tebaxê di şerê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû bibîr anî.

Di daxuyaniyên cuda yên Fermandariya Hevpar a HBDH û Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG) de hatî kirin Mehmet Alî Kasirga hate bibîranîn.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de ev tişt hate gotin: “Hevrê Mehmet Alî yê di heman yekîneya Atakan Mahîr ê di şerê 11’ê Tebaxa li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû, li dijî êrîşên dijwar ên dijmin li gel hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bûye. Di kesayeta Kasirga de hemû Şehîdên Pîlemûriye ya Dersimê bibîr tînin. Sersaxiyê ji endam û kadroyên DKP yek ji yekbûyên tevgera me, mîlîtanên leheng ên BOG’ê hemû alî û malbatê re sersaxiyê dixwazin.”

HBDH'ê wiha got: “Hevrêyê me Kasirga yê ji gelê Çerkez e hê di temenê xwe yê biçûk de cihê xwe di nava têkoşîna şoreşê de girtiye û her wiha Mehmet Alî di heman demê de bi awayekî aktîf di BOG’ê de cih digirt. Li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî aktîv li gelek eniyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye.”

Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG) jî têkildarî Mehemt Alî Kasirga jî ev tişt got: “Hevrêyê me Mehemt Alî Kasirga di bin sêwana Fermandariya Navendî de yek ji kadroyên damezêrner e.Demek dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê fermandariya Mufrezeya Rizgariya Rasîh kiriye. Di perwerdekirina şervan û rêveberiyên yekîneyên cihê de kar kiriye.Ji Herêmên Parastina Medya bigire û heta li Rojava li gelek dever û eniyan şer kiriye.

Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe, refa karker û hejaran; şerê me yê li dijî faşîzma AKP/MHP’ê wê bê navber bidome. Bi Hêzên Azadiyê re wê di têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî de bi teqez bigihêje serkeftin.

Li vî welatî li ser rêya Mehemt Aliyan, ciwanan, jinan û karkeran ên li dijî faşîzmê, banga tevlîbûnê ya nava Hêzên Azadiyê û refên têkoşîna yekbûyî dikin.”