Surucu: Hebûna Birêz Ocalan wê rê li ber azadiyê veke

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu got, "Hebûna Birêz Ocalan û azadiya wî, wê aştî, aramî û azadiyê bîne vê xakê."

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nêrîn, feraset û felsefeya xwe nexşerêyeke nû ji hemû gelên Rojhilata Navîn re nîşan da.

Surucu diyar kir ku Ocalan ji bo hemû jinan Rêberekî girîng e û got, "Birêz Ocalan bi afirandina civakeke demokratîk û azad, jiyaneke wekhev û azadîparêziya jinê derxist holê. Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê û Birêz Ocalan taybet in. Rola birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de diyarker e. Me berê jî ev yek bi rengekî vekirî dît."

Surucu destnîşan kir ku ji bo aştî, azadî û çareseriya pirsgirêkan pêk neyê Ocalan hatiye tecrîdkirin û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan mûxatabê aştî û danûstandinan e û mifteya çareseriyê ye ji bo pirsgirêka Kurd. Ji ber vê yekê ew tecrîd kirine."

'WELAT BER BI DOJEHÊ VE DIÇE'

Surucu bi bîr xist ku destûr ji wan re nehatiye dayin ku ji bo çalakiya 4'ê Nîsanê biçin gundê Amarayê û got, "Em li avahiya partiya xwe ya navçeya Xelfetiyê li hev civiyan. Xwestin wê girseyê ji hev belav bikin. Ji ber vê yekê jî me xwest bi heyetke ji parlamenter û hevserokan pêk tê biçin gund. Lê di nîvê rê de gotin, 'çûyîna vî gundî qedexe ye!' û nehiştin ku em ji dorpêçiya wan derbas bibin. Ya rast ez fêhm nakim; dewlet çima ji nêrîn û rojbûna Birêz Ocalan ditirse? Ji ber ku hebûn û azadiya Birêz Ocalan wê aştî, aramî û azadiyê bîne vê erdnîgariyê. Hêvîdar im wê 4'ê Nîsanê ji aştiyeke mayinde, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û destpêkirina hevdîtinên danûstandinan re bibe wesîle û vê rojê li Birêz Ocalan û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim."

'JI XWEDÎDERKETINA LI BIRÊZ OCALAN DITIRSIN'

Surucu da xuyakirin ku 9 ji kesên xwestin biçin Amarayê hatin destgîrkirin û got, "Di nava kesên destgîrkirî de hevserokên me yên bajar û navçeyan jî hebûn. Ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê çûbûn gund. 5 ji van li mala Mehmet Ocalan hatin binçavkirin. Biryar dabûn ku divê li gundê Amara û li nava navçeya Xelfetiyê ti daxuyanî neyê dayin û çalakî neyê kirin. Bêguman ev biryar li jorê hatibû girtin. Ji ber ku hemû rêyên berê wan li Xelfetiyê bûn hatibûn girtin. Beşek ji gelê me yê ji bajarên Serhedê hat, ji Sêweregê hate vegerandin. Gef li wan xwarin ku bi gavekê jî bi pêş ve biçin wê werin destgîrkirin. Li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê jî hinek hatin rawestandin. Yanî qedexeyeke giran hebû. Eger mirov bi gotinekê vê rewşê vebêjin, dikarin bêjin; dewlet ji xwedîderketina li Birêz Ocalan ditirse. Ji ber vê yekê dixwaze Birêz Ocalan ji rojevê bixîne, wî û gelê Kurd ji hev qut bikin."

'GELÊ ME MESAJA XWE DA'

Surucu anî ziman ku qutkirina Ocalan û gelê Kurd ji hev nepêkan e û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan bi rêya felsefeya xwe, xwe bi gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn daye qebûlkirin. Girîng e dewlet vê bibîne û qebûl bike. Çiqasî qedexe û astengî danî jî em gihîştin armanca xwe. Gelê me xwedî li vê rojê derket û mesaja 'Tecrîd wê were şikandin û Birêz Ocalan azad bibe' da. Me li avahiya partiya xwe ya navçeya Xelfetiyê daxuyanî da."

Roja 3'ê Nîsanê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtibûn ser mala birayê Ocalan Mehmet Ocalan û Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî û rojnamevan Yûsûf Topaloglû jî di navê de 9 kes hatibûn destgîrkirin. Pitşî rojekê jî hatibûn berdan.