Sûlava Bêgirê dema ku diqerise xweşiktir dibe!

Piştî ku Sûlava Bêgirê ya Wanê, ya Navçeya Bêgirê qerisî dîmenên xweşik derketin holê.

Dema ku dinya germ e sûlav ji bo ku bi xuşxuş diherike balê dikişîne ser xwe û zivistanî jî dema ku diqerise balê dikişîne ser xwe.

Sûlava Bêgirê ku li ser Robara Bendîmahî ye û her demsal xwedî xweşikiyeke dî ye, van rojên dawî piştî ku germahî kete bin sifrê 35 pîleyî qerisî.

Sulav 15 metro bilind e û qeşa girtiye, yên ku sûlavê dibînin pir dêh û bala xwe didine ser.