Sûcên şer ên bi madeyên kîmyewî ji salên 90’î heta 2000’an -II

Ji destpêka salên 1990’î heta salên 2010’an dewleta Tirk, hemû rêgezên şer û nirxên mirovahiyê ji nedîtî ve hat, bi sedan gerîla bi madeyên kîmyewî qetil kirin.

Li dijî têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd di pêşengiya PKK’ê de daye destpêkirin, dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka salên 1990’î û vir ve, bi hêza leşkerî ya bênavber û komkujiyan ve konsepteke şer daye meşandin. Li aliyekê bi sedan cihên sivîlan hatin rûxandin, ji aliyê din ve jî dewleta Tirk a ku derketibû derveyî hiqûqa şer, demeke dirêj Kurdistan li cîhanê girt û li qadên berxwedanê yên gerîla her cure çekên qedexekirî bi kar anî.

Ji aliyekê ve ku çekên kîmyewî û biyolojîk zerareke mezin da xwezaya Kurdistanê, li aliyê din bi sedan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi vê rêbaza şerê qirêj û dijmirovî hewl da berxwedana Kurdan bişkîne. Di sala 2002’an de bi hatina AKP’ê re ev sûcê mirovahiyê her ku çû zêde bû û hemû nirxan ji nedîtî ve hat.

Panorama bûyerên salên 1990’î heta 2010’an ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên ARGK û HPG’ê çekên kîmyewî bikar anî wiha ye:

KOMKUJIYA ÇIYAYÊ BÊZAR: Di êrîşa 17’ê Gulana 1994’an de li Çiyayê Bêzar yê Semsûrê 22 xwendevan ku ji bo tevlê PKK’ê bibin ji Meletî derketibûn rê û 6 gerîlayên ARGK’ê yên ji bo wana bigirin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Şahidên vê serdemê piştî çendîn sal derbas bûn ji çapemeniya azad re axivîn û gotin ku şewata li ser cenazeyên ciwanên şehîd bûne û bêhna giran a kîmyewî ya li çiyê belav bûbû, mîna duh hîn jî tê bîra wan. Zilm û çewisandina li Çiyayê Bêzar bi vê yekê sînordar nema û li ber çavê her kesê ku di wan rojan de li wê herêmê dijiya, cenaze bi hesp û hêstiran ve girê dan û heta ser rê bi erdê re kaş kirin. Cenazeyên 28 ciwanên ku 22 jê sivîl bûn anîn Semsûrê û demeke dirêj li baxçeya qereqolê hatin ragirtin.

LI DIMÊ 42 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di sala 1994’an de li Gundê Dim (Yalince) a navçeya Payîzava ya Wanê 42 gerîlayên ku di nav de jinek jî hebû bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku artêşa Tirk a ku di şerê li dijî gerîlayan de ti encamek bi dest nexist, çekên kîmyewî bikar anî û gerîlayên ku cenazeyên wan bûbûn komir 2 rojan li qada operasyonê hatin hiştin û piştre bi hêstir û hespan ve hatin girêdan û li herêmeke nêzî Gundê Tûzekê bi awayeke komî veşartin. Gora komî ya gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin di sala 2009’an de hatibû dîtin.

KOMKUJIYA GELIYÊ ŞÊX CÛMA: Di sala 1995’an de artêşa Tirk li herêma Geliyê Şêx Cûma ya di navbera Navçeya Şîrvan û Bedlîsê ya Sêrtê de bi operasyoneke berfireh 80 gerîla bi çekên kîmyewî qetil kirin û piştre avêtin çalekê. Kesê ku şahidê operasyona li dijî gerîla bû di 17’ê Hezîrana 2011’an de ji ANF’ê re axivîbû û gotibû, “Yekîneya gerîla ji jin û mêran pêk dihat. Ev rojên dawî yên operasyonê bûn, leşker ji windahiyên xwe aciz bûn. Di vê serdemê de weke çareya dawî serî li çekên kîmyewî dan. Di encama vê pêkanînê de 80 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.”

9 GERÎLA LI SÊDERÎ HATIN QETILKIRIN: Di şerê ku di sala 1996’an de li Gundê Sêderî (Ûçkoyê) yê bejahiya Çiyayê Bagokê ya Navçeya Midyad a Mêrdînê derket de, careke din çekên kîmyewî hatin bikaranîn. 9 gerîlayên ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bibûn, li ser rêya gundê kevin a Sêderî di çala ku bi kepçeyê hatibû kolandin de hatin veşartin. Gundiyê ku cenaze dîtibûn diyar kiribû ku şopa gule û xwînê li ser gerîlayan nebûye.

LI DÊRSIMÊ 21 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: 21 gerîlayên ARGK’ê yên di şerê 11’ê Nîsana 1997’an de li Navçeya Çemişgezek a Dêrsimê derketibû de şehîd bibûn, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û piştre bi awayê komî hatin veşartin. Tevî ku li Serdozgeriya Komarê ya Taybet a Meletiyê navên kod û cihê jidayikbûna gerîlayan hebûn jî lê cenaze nedan malbatan. Ji ber ku li ser cenazeyan şopên giran ên çekên kîmyewî hebûn.

JI BO ŞOPAN VEŞÊRIN CENAZE ŞEWITANDIN: Di Sibata 1999’an de li Mezraya Newala Çargê ya Gundê Tanzê (Heybelî) yê Navçeya Sasonê ya Êlihê, artêşa Tirk li hemberî 17 kes ango 15 gerîlayên ARGK’ê û 2 sivîl gaza kîmyewî bi kar anî û ew qetilkirin. Leşker û cerdevanên ku çûn herêmê cenaze li qadekê kom kirin û bi komî şewitandin, piştre ax avêtin ser wan û veşartin.

KÎMYEWÎ BI TUPÊN GAZÊ HATIN ÎSPATKIRIN: Di 11’ê Gulana 1999’an de li nêzî Gundê Bilika (Ballikaya) yê Navçeya Silopiya ya Şirnexê 20 gerîlayên ARGK’ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Gerîlayan tupên gaza kîmyewî yên li herêma şer mabûn dîtin û ji bo lêkolînê şandin Elmanyayê. Analîzên hatin kirin bi raporên zanistî bikaranîna bombeyên gazê yên kîmyewî îspat kirin. Ev sûcê şer ku bi dîmenên kamerayan hat îspatkirin, di bin fermandariya Necdet Özel ê ku piştre bû Serokê Sererkaniyê pêk hat.

LI GELIYÊ KAROKA 34 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di 7’ê Cotmeha 1999’an de li bejahiya gundê Geliyê Karoka yê gundê Arpêt (Kokarsû) yê Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di navbera gerîlayên Azadiya Kurdistanê û leşkerên Tirk de şerên dijwar qewimîn. Dema artêşa Tirk li hemberî hêzên gerîla bi ser neket, gaza kîmyewî bikar anî. Di encama bikaranîna gaza kîmyewî de 34 gerîla şehîd bûn, dewleta Tirk ji bo sûcê şerê qirêj binuximîne, careke din cenazeyên gerîlayan nedan malbatên wan û di çalekê de veşartin.

LI ÇÊRMEYÊ 20 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di navbera 12-23’ê Gulana 2001’an de hêzên artêşa Tirk li Mezraya Gelîncîk ê Gundê Elmacik ê navçeya Çêrme ya Çewligê 20 gerîla bi çekên kîmyewî qetilkirin. Di lêkolînên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li herêmê ve hatin kirin de ev agahî hatin piştrastkirin, serlêdana sûc a ji bo lêkolînkirina bûyerê hat kirin, bêbersiv ma.

ŞOPÊN ŞEWATA KÛR LI SER 7 GERÎLAYAN: Di cenazeyên 7 HPG’yiyên ku di Tebaxa 2003’an de li bejahiya navçeya Beşîrî ya Êlihê di şêrê ku derketibû de şehîd bibûn de, şopên şewatên kûr hatin tespîtkirin. Li gel şewatên kûr, hat dîtin ku di cenazeyan de ji ber madeyên kîmyewî şewitîn û verandina çerm jî heye. Tevî ku şahidên bûyerê diyar kirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lê daraza Tirk ev êrîş jî nixumand.

ÊŞKENCEYA LI CENAZEYÊN GERÎLA: Di 6’ê Gulana 2004’an de li bejahiya Çiyayê Çaçî ya di navbera gundên Êrsî (Gedîkaşar) û Şavûran (Kûşdali) yên Navçeya Eruhê ya Sêrtê de 6 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Piştre cenazeyên gerîlayên ku rastî êşkence û muameleya xerab hatibûn, li goristana bêkesan hatin veşartin. Tevî hewldanên malbatên gerîlayan jî cenaze nehatin radestkirin û Nûnertiya Herêmê ya ÎHD’ê ragihandibû ku di encama lêkolînên wan de nîşaneyên cidî yên bikaranîna çekên kîmyewî hene.

LI CÛDÎ 5 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di êrîşên dagirkeriyê yên ku di navbera 31’ê Adar û 7’ê Nîsana 2005’an de li Çiyayê Cûdî hatin pêkanîn de, di encama êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî de 5 gerîla şehîd bûn. Cenazeyên gerîlayên ku bi madeyên kîmyewî hatin qetilkirin li herêma şer hatin hiştin û nedan malbatên wan.

JI BO VEŞARTINA KÎMYAYÊ HERÊMÊN QEDEXE ÎLAN KIRIN: Di şerê ku 14’ê Tîrmeha 2005’an li qada Çiya Reşkê ya herêma Berwarsevdîn a dikeve sêgoşeya Colemêrg-Şirnex-Wan, di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG’ê de derketibû, gerîla Hacer Benek, Vahît Bîlîr, Mehmet Emîn Sîncar, Rifat Baysal û Hasan Esmer bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Dewleta Tirk careke din ji bo ku sûcên xwe yên şer veşêre cenaze li herêma şer hişt û radestî malbatên wan nekir. Her wiha qada şer jî li sivîlan hate qedexekirin.

CENAZEYÊN GERÎLAYAN KU RENGÊ WAN ZER BÛBÛN: Di 23’ê Sibata 2006’an de artêşa Tirk di şerê li navbera gundên Bakwan û Guriza yên Navçeya Kerboran a Mêrdînê de bi gaza kimyewî 7 gerîla qetilkirin. Birayê gêrîla Ergîn Ekîncî, Omer Ekîncî ragihandibû ku cenazeyê birayê wî bi temamî zer bûbû.

ŞOPA XWÎN Û FÎŞEKÊ TUNE BÛ: Di 24’ê Adara 2006’an de li bejahiya Şenyayla ya Mûşê di encama bikaranîna gaza kimyewî de 14 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bû sedema hêrsbûna Kurdan û gelê Amedê ku serhildanê bilind bikin. Li ser cenazeyên gerîlayan ku piştre hatin lêkolînkirin, ne şopên xwînê û ne jî şopên fîşekê nehatin dîtin. Malbatên gerîlayan jî ji ber zerbûn û reşûşînbûna bedena zarokên xwe tirsiyan. Tevî hemû hewldanan jî dewleta Tirk rapora otopsiyê neda malbatên wan.

KÛRÛCIYÊ ŞAHIDÎ KIRIBÛ BEHSA KÎMYEWIYÊ KIR: Di operasyona ku di Nîsana 2006’an de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hat kirin de 3 gerîlayên HPG’ê Yildiz Demîrdag (Nûrsel Şîmşîr), Hatîce Erbag (Cîhan Zîlan) û Cîhan Ûlûşûn (Yilmaz Xorto) bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Dewleta Tirk cenaze nedan malbatên wan, cerdevanekî ku şahidê bûyerê bû jî diyar kir ku bombeyên kîmyewî li hemberî gerîlayan hatiye bikaranîn û encax piştî 2 rojan komandoyan bi cilên taybet karîn biçin cihê bûyerê û cenaze anîn. Cerdevanê ku ji çapemeniya azad re axivî, bal kişand ku cenazeyên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin werimî bûn û girêkên sor lê çêbibûn.

LI BESTA 8 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di sala 2006’an de bikaranîna çekên kîmyewî ranewestiya. Vê carê jî di 12’ê Nîsana 2006’an de li herêma Besta ya Şirnexê leşkerên Tirk careke din 8 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî qetilkirin. Dewleta Tirk cenazeyên gerîla radestî malbatên wan nekir û bi veşartina cenazeyan li goristana bêkesan hewl da hovîtiya li ser cenazeyan veşêre.

ŞOPÊN ZÊDE YÊN KÎMYEWIYÊ: Gerîlayê HPG’ê Cengîz Ersoz (Hasan Zaza) di 31’ê Tebaxa 2006’an de li Geliyê Lameçê ku dikeve sêgoşeya Dêrsim-Erzîngan-Çewlikê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da. Li ser cenazeyê Şehîd Cengîz Ersoz şopa guleyekê jî nehat dîtin, hate dîtin ku cenazeyê wî şewitiye û veriyaye. Dewleta Tirk rapora otopsiyê neda malbata wî.

LI ERDÎŞÊ 6 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di 15’ê Îlona 2006’an de di şerê navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de ya li bejahiya gundê Karadogan ê navçeya Erdîşê ya Wanê 6 gerîlayên şehîd bûbûn û cenazeyên wan rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Hatibû dîtin ku li ser bedena wan şopên şewatê yên diyar hebûye. Guman hat kirin ku şewat ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di şer de çêbûbe.

ŞOPÊN ŞEWATÊN KÛR LI SER CENAZEYÊN GERÎLA: Gerîla Mûnzûr Welat (Îzettîn Karakaya) ê di Mijdara 2006’an de di şerê li herêma di navbera Dêrsim û Çewlikê qewimî de ji ber çekên kîmyewî ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû bikaranîn de şehîd bûbû. Hat dîtin ku li ser bedena gerîla Mûnzûr şopên şewatên kûr hene.

CENAZE BI KÎMYEWIYÊ BI TEMAMÎ ŞEWITÎN: Di 1’ê Tebaxa 2007’an de li bejahiya Pulur a Dêrsimê 6 gerîlayên HPG’ê dîsa di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk hatin karanîn de şehîd bûn. Cenazeyên gerîlayan ên ji ber çekên kîmyewî bi temamî şewitîbûn, bi awayekî parçebûyî radestî malbatên wan hatin kirin.

SEWALÊN DIÇÊRIYAN BI JEHRÊ KETIN: Di sala 2007’an de bûyerek qewimîbû ku delîlên berbiçav nîşan didan ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bikar tîne. Di şerê ku di 23’ê Tebaxa 2007’an de li bejahiya bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilaban a Şirnexê derketibû de 11 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Hate dîtin ku li ser cenazeyên HPG’iyan şopên şewatên kûr hene. Bi mirarbûna sewalên diçêrîn ên li herêma ku gerîla lê hatin qetilkirin, diyar bû ku kîmyewî hatiye bikaranîn. Her wiha 2 hesp, 4 hêstir, 1 ker, 19 dewar û 24 pezên ku piştî 5 rojan li herêma şer lê qewimî bû çêriyan, ji giya ku xwarin jehrî ketin û mirarbûn.

CENAZEYÊN 4 GERÎLAYAN HATIN REWŞEKÊ KU NEDIHATIN NASKIRIN: 4 gerîlayên HPG’ê yên di 12’ê Îlona 2007’an de li bejahiya gundê Movil ê navenda Sêrtê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibûn, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Kar û barê teşxîsê ya 2 gerîlayên ku ji ber şewatê cenazeyên wan nedihatin naskirin, nehatin kirin.

CENAZ BÛN KOMIR: Di şerê ku di 1’ê Tebaxa 2008’an de li qada Geliyê Dostkî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê derketibû de, 2 gerîlayên HPG’ê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan. Malbat ji dîtina cenazeyên şewitî yên zarokên xwe tirsiyan û gotin ku ev yek hovîtî ye.

LI MUTKIYÊ 9 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di 26’ê Tebaxa 2008’an de li bejahiya Navçeya Matkî ya Bedlîsê artêşa Tirk careke din li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar anî û di encamê de 9 gerîla şehîd bûn. Bavê Sadrettîn Varol ku yek ji wan gerîlayên şehîd bû Seyfettîn Varol jî diyar kir ku zarokê wî bi çekên kîmyewî hatiye qetilkirin û ev agahî da: “Dema min cenazeyê kurê xwe û hevalên din ên ku li embareke nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê dihatin ragirtin dîtin, min di destpêkê de fikir kir ku wan ew şewitandine, lê dema ku hûn ji nêz ve lê mêze bikin, hûn dikarin fêm bikin ku ew bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin.”

TIJE ŞOPÊN ŞEWATÊ LI SER CENAZEYAN HEBÛ: Di 15’ê Gulana 2009’an de li Çiyayê Çirav ê navçeya Dihê ya Sêrtê di şerê li dijî artêşa Tirk de 4 gerîla şehîd bûn. Malbatên ku ji bo teşhîskirinê çûn herêmê, li ser bedena zarokên xwe şopa fîşekan nedîtin, lê gelek şopên şewatê dîtin.

CÎHANÊ BI HOVÎTIYA LI ÇELÊ PÊKHAT HESIYA: Rêxistinên mafên mirovan wêne û malzemeyên têkildarî qetilkirina 8 gerîlayên di şerê 8’ê Îlona 2009’an de li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê şehîd bûbûn, berhevkirin û ji bo lêkolînê ji Elmanyayê re şandin. Zanîngeha Hambûrgê ragihand ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bikar aniye. Çapemeniya Elman bi weşandina wêneyên cenazeyên gerîlayan ên ku xistibûn kîsikên zer û deforme bûbûn, ji cîhanê re ragihand ku çekên kîmyewî û çekên qedexe hatine bikaranîn.

LI MORGÊ WÊNE Û ŞOPÊN HOVÎTIYÊ SERWER BÛ: Di 5’ê Tîrmeha 2010’an de li bejahiya Gundê Bêdevê (Beyyûrdû) ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê 11 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Li aliyekê ve ku texrîbata li ser cenazeyên gerîlayan çêbûbû xwîna mirovan dicemidand, li aliyê din ve malbatan di teşhîskirinê de zehmetî kişandin. Şahid û rayedarên morgê diyar kirin ku cenaze nayên naskirin û gotin, “Li morga Colemêrgê wêne û şopên hovîtiyê serwer e.”

LI BEŞÎRÎ 5 GERÎLA HATIN QETILKIRIN: Di şerê ku di 8’ê Tebaxa 2010’an de li bejahiya Navçeya Beşîrî ya Êlihê derketibû de li dijî gerîla madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Di encama teqîna kîmyewî de 5 gerîla şehîd bûn, cenaze bi awayekî parçebûyî radestî malbatên wan hatin kirin. Bavê gêrîla Mehmet Onkol (Laşer) ê ku şehîd bûbû Arîf Onkol, diyar kir ku li ser bedena kurê wî şopa guleyan nebû û cenazeyê kurê wî şewitiye.

LEŞKER BI MASKEYÊN GAZÊ DIGERIYAN: Hat diyarkirin ku 4 gerîlayên di 20’ê Tebaxa 2010’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şehîd bûbûn, bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Şahidên bûyerê ragihandin ku leşkeran piştî şer maskeyên gazê dane ber dev û rûyê xwe.

DI REWŞA BÊÇALAKIYÊ DE HOVÎTÎ LI GERÎLA HAT KIRIN: Di 6’ê Îlona 2010’an de bi fermandariya Fermandarê Hêzên Bejayî yê wê demê Erdal Ceylanoglû, li bejahiya di navbera Wan û Colemêrgê de li dijî gerîlayên di rewşa bêçalakiyê de bûn êrîş pêk hatin. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk de 9 gerîla şehîd bûn. Di dema şuştina cenazeyan de hat dîtin ku çermê cenazeyan rabûye û perçe bûne. Di hin cenazeyan de şopên kêran hatin dîtin.

DI 7 CENAZEYAN DE ŞOPÊN ZÊDE YÊN KÎMYEWIYÊ: Di 26’ê Nîsana 2011’an de li navçeya Pûlûmûr a Dêrsimê di şerê ku derketibû de 7 gerîla şehîd bûn. Derket holê ku artêşa Tirk maddeyek ku bêhna şekirokên bi bêhna naneyê dide û dilê mirov dixelîne û dibe sedema şewata qirikê, bi kar aniye. Li aliyê din malbatên gerîlayan diyar kirin ku di dema şuştina cenazeyan de li cihê ku dest li bedena zarokên xwe dane, xurîn û tewizîn çêbûye.

ÇERMÊ 2 CENAZEYAN DIVERIYA: Di şerê ku di 18’ê Gulana 2011’an de li qada Geliyê Şêx Cûma ya Bedlîsê derketibû de, gerîla Ridvan Aktaş bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê Aktaş dihat şuştin, hat dîtin ku li ser bedena wî şopa berbilav û fîşekan tuneye û hat dîtin ku çermê hin cihên laşê wî veriyaye. Bi heman awayî li gorî agahiyên kesên ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bedran Kaya yê ku di 31’ê Tîrmeha 2011’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şehîd bûbû şuştinî, şopa guleyan tunebûye û çermê bedena wî parçe parçe veriya ye. Ew agahiyan jî piştrast kir ku çekên kîmyayî hatine bikaranîn.