Stranbêj Diyar serdana Yagiz kir

Stranbêjê Kurd Diyar Dersim, serdana çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz kir, ku Yagiz ev 119 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye.

Hozan Diyar Dersim ku ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Qendîlê bibe hat Başûrê Kurdistanê, çû serdana Nasir Yagiz ê ku ev 119 roji n di gireva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Hozan Diyar û kesên pê re îro li Hewlêrê çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ku ji li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê hatiye detpêkirin.

Hozan Diyar li vir serdana Nasir Yagiz kir, ku 119 roje di girevê de ye kir û piştre jî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Diyar got, ew li hemberî vê çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz hatiye destpêkirin, bejna xwe ditewîne. Hozan Diyar destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser Kurdan polîtîkaya tunekirinê dide meşandin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo  dixwaze koledariyê li ser tevahiya gelê Kurd ferz bike. Bakurê Kurdistanê veguherandiye zindanekê.”

Hozan Diyar bal kişand ku li hemberî vê polîtîkayê Tirkiyeyê wê çalakiya gireva birçîbûnê biser bikeve û faşîzm têk biçe.

Diyar destnîşan kir ku wî jî xwestiye wekî hunermendekî Kurd serdana çalakvanên gireva birçîbûnê bike û desteka xwe nîşan bide. Diyar got; “Li kûderê dibe bila bibe, pêwîs te gelê me li ber xwe bide. Êdî divê sedsalê de siyaseta li Rojhilata Navîn tê guhertin. Di sedsala 21’an de derfetek mezin ji bo gelê çêbûye. Eger me yek bin, wê serkeftina me mîsoger be.”