Zilar Stêrk: 15'ê Tebaxê cejna misogeriya hebûnê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "15'ê Tebaxê ji bo me û gelê Kurd cejn e, cejna vejînê ye. Cejna hebûn û serketinê ye. Lewma yek ji nirxên me yên herî girîng e."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan him tecrîdeke siyasî û him jî tecrîdeke hiqûqî tê kirin û got “Di tecrîda 23 salî de bi rastî jî li Îmraliyê berxwedaneke mezin tê kirin. Ev berxwedan li ser gel û civakê jî bandorê dike. Gelê me û tevgera me ji wir moral distîne. Demeke dirêj e bi Rêber Apo re hevdîtin nayê kirin lê tişta girîng ne hevdîtin e, ji ber ku tecrîdeke giran heye. Ligel şertên dîlbûnê tecrîdeke siyasî û hiqûqî tê kirin. Li hemberî vê tecrîdê helwesta gel û tevgerê jî eşkere ye, ji ber ku gelê Kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe ya siyasî dibîne. Wekî îradeya xwe ya dîrokî dibîne. Têkiliya gelê me ya bi Rêber Apo re tu carî qut nebû. Dema ku hevdîtin nayê kirin ev nayê wateya ku Rêber Apo ji gel, civak û tevgerê hatiye qutkirin. Ji ber ku di navbera Rêber Apo û gelê Kurd de û di heman demê de di navbera tevgerê de girêdaneke xurt heye. Têkiliyeke xurt a kûr, îdeolojîk siyasî, civakî û giyanî heye. 

Di 15’ê Sibatê de li her dera Kurdistanê û li Ewropayê gelê xwe bi awayekî girseyî xwedî li Rêber Apo derket. Li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo dengê xwe bilind kir. Dostên gelê Kurd jî xwedî li Rêber Apo derketin. Di vî warî de helwest û refleksên watedar derketin holê. Konfederasyona sendîkayên karkeran ên Îngîltereyê ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayek dabûn destpêkirin. Li Efrîkaya Başûr jî hin kampanya hatin kirin. Li Îtalya, Norweç û hin welatên din ê Ewropayê jî ji bo azadiya Rêber Apo xebat û kampanyayên xurt hatin kirin. Hin hunermend, nivîskar, rojnameger û akademîsyen ên ku fikrên Rêber Apo nas kirine jî xwedî li Rêber Apo derdikevin. Em dibînin ku dema mirov fikrên Rêber Apo nas dikin bi awayekî berfireh xwedî li wî derdikevin. 

Di warê xwedîlêderketina Rêber Apo de, Newrozên sala 2021’an bûn qadên Newroza Azadiya Rêber Apo. Me ev Newroz wekî Newroza Azadiya Rêber Apo bi nav kir, ji ber ku xwedîlêderketina gel bû sedem ku em vê pênaseyê bikin. Di 2 salên dawîn de ji ber şertên koronayê hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê digotin qey gelê Kurd wê êdî xwedî li Rêber Apo dernekeve. Lê girseyên li qadên Newrozan nîşan da ku gel bi girseyî xwedî li Rêber Apo derdikeve. Beriya Newrozê jî derbarê tendirustiya Rêber Apo nûçeyên ne xweş belav kirin. Xwedîlêderketina li qadên Newrozan di heman demê de bersiva vî tiştî ye. Piştî helwesta gel hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê neçar man ku destûrê bidin hevdîtina bi telefonê ya bi çend deqîqeyan. Di wê hevdîtina bi telefonê e nehate fêmkirin gelo rewşa Rêbertî çawa ye, rewşa hevalên din ên li ba wî çawa ne, li Îmraliyê çi dibe? Ev mesele nehatin fêmkirin. 

Li ser medyayê me serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji CPT’ê re kiribû şopand. Ev serlêdaneke erênî ye. Di wan çend deqîqeyên telefonê de me fêm nekir ku çi bûye. Divê CPT biçe Îmraliyê, rewşa wir fêm bike û daxuyaniyekê bide gelê Kurd û civaka Kurdistanê. Di heman demê de serlêdanek ji bo komîteya wezîran a girêdayî Konseya Ewropayê hate kirin. Cezayê darvekirinê ya ku li Rêbertiya me birîbûn, veguherandin cezayê muebetê yê girankirî. Cezayê muebeta girankirî ji darvekirinê girantir e. Hiqûqnas û saziyên mafên mirovan vî tiştî wekî tunela mirinê pênase dikin.Ev ceza ji bo jiyana we, tu hêviyê ji we re nahêle. Di vî cezayî de tu hêviya azadiyê namîne. Jixwe rayedarên dewleta dagirker jî dema ev ceza dane, diyar kirine ku bi carekê dar ve nekirin, her roj dar ve bikin. Di sala 2014’an de biryar hatibû dayîn ku ev ceza li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Biryar hate stendin vî cezayê ku Tirkiyeyê daye tê wateya binpêkirina xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Divê Tirkiye vê biryarê ji ber çavan derbas bike. Çavkaniyha vê binpêkirinê jî ne dadgeh e. Hebûna vê biryarê bi xwe ye. Hiqûqnas û parêzer nîqaş dikin. Di biryara înfaza ceza de pêvajoya guherandinê çawa tê kirin, divê hiqûqnas û saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê derbarê vê meseleyê eleqeya wan hebe. Ji ber ku Rêbertiya me ye, bûyer dibe tiştekî siyasî. Ji ber vê jî gavên hiqûqî nayên avêtin. 7 sal ji ser vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbas bûye. Dewleta Tirk a mêtinger û saziyên wê yên darizandinê ev tişt nexistine rojeva xwe jî. Ev bi tena serê xwe sûc e. Bergîdaniya vî sûcî çi ye? Li gorî hiqûqa Ewropayê divê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Konseya Ewropayê ji nîqaşê re were vekirin. Divê Konseya Ewropayê û komîteya wê ya wezîran vê rewşê ji nîqaşê re vekin. Ji ber ku li gorî qanûn û rêzikên xwe tevnagerin. Dewleta Tirk pêdiviyên hiqûqî yên ji bo endamtiya konseyê bi cih nayne."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk derbarê salvegera 15’ê Tebaxê jî got “Salvegera 37’emîn a 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û li hemû hevrêyên PKK’yî û PAJK’ê pîroz dikim. Ji bo gelê Kurd 15’ê Tebaxê cejna vejînê ye. Yek ji nirxa me ya herî girîng e û em bi coşeke mezin pîroz dikin. Ji ber ku bi pêngava 15’ê Tebaxê de ji bo Kurdan demek û serdemeke nû dest pê dike. Beriya 15’ê Tebaxê rewşa gelê Kurd çawa bû, dîrokeke gelekî dirêj ya vî tiştî heye. Di komara Tirkiyeyê re dîroka qirkirin û mêtingeriyê heye. Ji avabûna komarê û vir ve li ser gelê Kurd qirkirineke cîddî heye. Gelê Kurd li hemberî van qirkirinan bêdeng nema. Di salên pêşîn a komarê de Kurdan serî hildan. Ev serhildanên gelê Kurd gelekî meşhûr e. Serhildana Dêrsimê, ya Amedê, ya Şêx Seîd, ya Zîlanê. Di vî warî de dîrokeke xurt heye. Ev hemû serhildan jî hatine têkbirin. Piştî wê li ser gelê Kurd qirkirineke mezin hatiye destpêkirin. Heta avabûna PKK’ê gelê Kurd ji bo ku karibe bijî û hebûna xwe bidomîne, divê dest bi tevgereke azadiyê bikira. Divê îradeya azadiyê nîşan bida. Divê îradeya hebûnê nîşan bida.Heke mirov tunebe nikare azad jî bibe. Heke hebûna we were înkarkirin wê azadiyê nedin we. Divê mirov berê hebe. Ev pirsgirêkeke nasnameyê ye. Heke nasnameya we tune were hesibandin û divê rêyek were peydakirin ku li hemberî konsepta înkarê mirov karibe dîsa xwe ava bike. Avabûna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê wateya avabûna Kurdan. Ji ber vê jî ji bo hebûna Kurdan cejneke mezin e. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re Kurdan gotin êdî em hene. Ji bo Kurdan ne bi tenê tunebûneke siyasî û çandî ye. Doza Kurdan dozeke gelekî cihê ye. Ya Kurdan ne bi tenê pirsgirêka zext û mêtingeriyê bû. Pirsgirêka hebûnê bû. Ev pirsgirêkeke gelekî kûr e. Heta ku hûn nebin, hebûna we were nîqaşkirin, wê azadî neyê, hûn ê nikaribin azadiyê bibînin. Qirkirineke ji vêya mezintir tune. Çima navê wê pirsgirêka Kurdan bûye pirsgirêka qirkirinê? Ji ber ku te qir dike, dîroka te tune dihesibîne. A niha jî ev didome. Ligel têkoşîna çil pêncî salan hê jî hebûna Kurdan nîqaşd ikin. Ji ber vê jî 15’ê Tebaxê tê wateya dîroka destpêkê ya ku Kurd xwe ava dikin. Ji ber vê jî ji bo Kurdan cejneke mezin e. Dema em Kurdistana 37 sal berê tînin bîra xwe, bi 15’ê Tebaxê re hişyarbûneke mezin derket holê. Tevgereke serhildanê ava bû. Kurdan dîsa fêmkirin ku ew hene. Ji bo Kurdan 15’ê Tebaxê ronesans e. Ev ne bi tenê fîşekeke fîzîkî ye. Ev fîşek bera paşverûtiya di serê Kurdan de hatae kirin. Bi qasî ku ev fîşek bera mêtingerî û qirkeriya dewletê hatiye kirin, bera paşverûtiya civakî ya Kurdan jî hate kiri. Heta niha gelek guherandinên ferasetê derketin holê. Veguherînên civakî derket holê. Di jiyana jinan de guherînên gelekî mezin hate kirin. Rê li ber xwedîlêderketina nasnameyê vekir. Li Kurdistanê ji bo têkoşînê valatiyeke gelekî mezin hebû. Yek ji sedema ku PKK evqasî hate xwedîlêderketin û bi destpêkirina têkoşîna çekdarî re PKK bi civaka Kurdan re bû yek, yek ji sedema têkoşîna bi heq e. Ji ber vê jî gelê Kurd heq da vê têkoşînê. Heke têkoşîna gerîlayan dest pê nekira, wê gelê Kurd ne xwedî van destkeftiyan bûya. Ji ber vê jî civaka Kurdan ji nû ve bû civakek. Nasnameyek bi dest xist. Gelê Kurd hatibû asteke wisa ku, wan bi xwe, hebûna xwe înkar dikirin. Ji hebûna xwe fedî dikirin û ditirsiyan. Têkoşîna gerîla û ya çekdarî şertên jiyîna hebûna Kurdan derxist holê. Ya yekemîn di warê dîrokî, çandî û civakî de nasnameyek derket holê û xwedî li vê nasnameyê derketin. Gel êdî ji ser nasnameya netewebûnê xwedî li têkoşîna xwe ya nasnameyê jî derket. Li hemberî paşverûtiya di nav rastiya me civaka me de jî dînamîka têkoşînê derket holê. Asta azadbûna jinan derket holê. Rê li ber hişyarbûna ciwanan vekir. Ev tişt bû sedem ku di warê çandî de, rastiya çanda Kurdan, zimanê wan û dîroka wan derket holê. Rê li ber vî tiştî vekir ku heqîqeta Kurdan derket holê. Di navbera pozîsyona jinên Kurd a berê û niha ferqeke gelekî mezin heye. Her kes vî tiştî dibîne. Di warê afirandina mirovên azad de pêşketinên gelekî mezin derket holê. Kesayetiya Kurdan a berê bûbû kole û îradeya wê hatibû şikandin. Piştî têkoşîna 37 salan destkeftiyên gelekî girîng derketin holê. Destkeftiyên civakî yên girîn derketin holê. Têkoşîna gerîlayan li her çar parçeyên Kurdistanê û ji bo Kurdên li dîasprorayê nasnameyeke gelekî xurt derxist holê. Li hemberî pergala qirker a mêtinger îradeya xweparastinê, xwerêxistinkirinê û îradeya têkoşînê derxist holê. Ew kesayetiya kole ya berê winda bû. Êdî kesayetiyeke nû ya Kurdan derket holê."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk derbarê berxwedana çekdarî got ku “Piştî têkoşîna 37 salan îro dema em li têkoşînê dinihêrin, em dibînin ku geşedanên gelekî mezin derketine holê. Di warê leşkerî, stratejîk û taktîkî de gerîlayên Kurdistanê gelekî pêş ve çûne. Bi geşbûna têkoşînê re, gerîlayên Kurd êdî asteke modern bi dest dixe. Li hemberî artêşeke herî mezin a dinyayê şe dike. Li pişt artêşa Tirk a dagirker û qirker hêza NATO’yê heye. Hêzên mezin ên kapîtalîst piştgiriyê didin dewleta Tirk. Gerîlayên Kurd li hemberî leşkerên dewletekê şer nakin. Ew li hemberî artêşeke şerê taybet li hemberî artêşa NATO’yê şer dikin. Ji ber ku NATO piştgiriyê dide artêşa Tirk a dagirker û qirker. Herî dawin di 23’ê Nîsanê de di salvegera 98’emîn a avabûna komara Tirkiyeyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dagirker hate destpêkirin.  Ev ne êrişeke normal e. Ev tê wateya dûmahîka komployê. Gerîlayên Kurd li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke gelekî mezin dike. Çend roj berê Fermandariya Navenda Parastina Gel bîlançoya sê mehan eşkere kir. Di wê bîlançoyê de jî tê dîtin ku gerîlayên azadiyê îradeyeke gelekî xurt nîşan didin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê a niha li hemberî pergalên mêtinger, qirker ên sedsala 21’emîn nîşan didin ku îradeya têkoşîna gel û civakan çawa ye. Îradeya gerîlayên azadiyê dibe mînaka têkoşînê. Di vê pêvajoyê de dema ku hemû kesan têkoşîna gerîlatiyê êdî dema xwe tije kiriye, gerîlayên azadiyê bi taktîkên modern û bi helwesta fedaiyane diyar dike ku êrişên dagirker çawa dikarin werin têkbirin. Bi berxwedana gerîlayan re nabe ku doza Kurdan were çareserkirin. Gerîla peywira xwe bi cih tîne, têdikoşe. Lê divê hemû gelê me û dostên me li hemberî van êrişên dagirker xwedî li berxwedanê derkevin. Divê bi serhildanan piştgiriyê bidin vê têkoşînê."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk derbarê êrişên li ser gelê Kurd jî got ku “Hê jî hebûna Kurdan nayê qebûlkirin. Herî dawîn qirkirina li Konyayê vî tiştî nîşan dide. Çend roj berê li Mêrdînê wesayîta kesekî welatparêz bû hedef. Hê jî hebûna Kurdan nehatiye qebûlkirin. Li ser a gelê Kurd rîsk û xetereyên mezin heye. Di nava rojê de keçek diçe malbateke welatparêz, wan dikuje û bi serbestî diçe. Di nava rojê de jineke ciwan a li avahiya HDP’ê tê kuşitin. Ev hovîtiyeke gelekî mezin e. Ev înkar û îmha ye. Îmhakirina gelê Kurd hê jî didome. Gerîla li hemberî van êrişan peywira xwe pêk tîne. Divê gelê me jî li her derê refleksa xweparastinê nîşan bide. Divê avadaniyên rêxistinkirî yên gelê Kurd mekanîznameyên xwe yên xweparastinê têxe meriyetê. Divê rastiya gelekî şoreşger derkeve holê. Heta ku refleksa xweparastinê bi pêş ve neçe, xwedî li îradeya xwe dernekevin û yekîtiya xwe pêk neynin ne mumkun e ku gelê Kurd karibe xwe ji qirkirinê rizgar bike.  Ev tişt wekî parçeyekî plana çokdanînê tê meşandin. Êrişên dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser gelê me yê li metropolan berhema heman konseptê ne. Wekî parçeyekî vê konseptê êrişî şehîdên gelê Kurd tê kirin. Ji hestiyên Kurdan ditirsin. Ji cenazeyên şehîdên gelê Kurd ditirsin. Destûrê nadin ku xwedî li şehîdan were derketin. Siyasetmedar dema tevlî merasîma veşartina şehîdan dibin, doz li wan tê vekirin. Divê gelê Kurd vî tiştî qebûl neke. Sê salan cenazeyên gerîlayan nadin malbata wan. Piştî sê salan telefonî malbatê dikin û dibêjin werin cenazeyê xwe ji emniyetê bibin. An jî cenaze bi kargoyê re ji malbatê re tê şandin. Cenazeyên gerîlayan ne ew cenaze ye ku têxin kargoyan û qutiyan. Gerîla ne bê xwedî ye. Gelê Kurd ne bê xwedî ye. Şerefa Kurdan divê nekeve bin pêyan. Ev heqaret e li gelê kurd.

Di heman demê de dijminatiya li hemberî gelê Kurd gihiştiye lûtkeyê. Daristanên Tirkiyeyê tê şewitandin û derket holê ku çeteyên dewletê yên rantê daristanan dişewitînin. Şewitandina daristanan dixin stûyê Kurdan û PKK’ê. Di paradîgmaya siyasî û îdeolojîk a PKK’ê de şewitandina daristanên Tirkiyeyê tune. Divê gelê Kurd jî û gelê Tirk jî vî tiştî bizanibin. Jixwe her roj daristanên Kurdistanê tê şewitandin. Şewitandina daristanan ne li gorî paradîgmaya ekolojîk a gelê Kurd e. Di şewata daristanan re dixwazin li hemberî gelê Kurd pêleke nijadperest û qirker bidin destpêkirin lê bi ser neketin. Derket holê ku kesên ev kirine, dewleta çete bi xwe ne. Ev tişt di bin kontrola desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê tê kirin. Tirkiye dişewite, em li vir xemgîn in. Em li ber daristanên Kurdistanê jî û li ber yên Tirkiyeyê jî dikevin. Ji ber ku ev dinya ya me hemûyan e. Bila hesabê vî tiştî ji hikumeta xedar û faşîst a AKP û MHP’ê bipirsin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk herî dawîn diyar kir ku divê gelê Kurd di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de îradeya xwe ya azad deyne holê û li hemberî vê siyaseta qirker û mêtinger îradeya xwe ya têkoşînê nîşan bide.