Sozên li Cenevreyê hatin dayin, hatin jibîrkirin

Di sala 1925'an de li Cenevreyê bikaranîna çekên kîmyewî qaşo hate qedexekirin. Dema ku mijar qadên Avaşîn, Zap û Metînayê be ev mijar ji holê rabûye.

Dema ku mijar dibe Kurd û Kurdistan pîvan û hiqûqa şer nayê naskirin. Ji bo qirkirina gelê Kurd her cûre êrîş û rêbaz rewa têne dîtin. Dema ku hedefa êrîşê Kurd bin, hingî hegemonên cîhanê vê fermanê didin lekşerên xwe: "Hûn ê ji bîr bikin ku yên li hemberî we mirov in." Ev gotin ne şîrove ye, ne jî analîz e. Teqez rastî ye, di kiryarên dewleta Tirk a dagirker de jî şênber dibin. Dewleta Tirk a dagirker hebûn û xweseriya gelê Kurd ti carî qebûl nekir. Lewma di her dema dîrokê de ji bo qirkirina gelê Kurd her tim ji xwe re hincetek peyda kir. Bi rabûna Rêber Apo re dewleta Tirk jî hestên şovenîst gihand asta herî bilind û êrîşên li ser Kurdan û tevgera Apoyî zêde kir.

Di 14'ê Nîsana 2022'an de dewleta Tirk bi piştgiriya ji NATO'yê werdigire, li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrîşeke nû ya ji bo dagirkirinê kir. Dewleta Tirk ku ji hewayî û bejahî ve bi hemû hêza xwe ya teknîkî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, çekên li Cenevreyê hatin qedexekirin; gazên kîmyewî, taktîk nukleer û termobarîk bi kar anî. Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hîn jî dewam dikin. Dîmenên li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Şehîd Şahîn, Werxelê û Kurojahro yên bikaranîna çekên kîmyewî hîn jî di bîra mirovan de ne. Gerîlayan ev sûcê şer bi dîmen û wêneyan pêşkêşî cîhanê kirin. Her kes bê zane ku bandora çekên termobarîk û kîmyewî gelekî giran e. Gazên bi jehr û kujer e. Dewleta Tirk bi mehan e li dijî gerîlayan van çekan bi kar tîne. Tenê 5 mehên dawî 762 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir. Dîmenên şehîdên berxwedêr Helbest Koçer û Baz Mordem hovîtiya ku dihate kirin bi şênberî radixist pêş çavan.

LI GEL DELÎL Û BELGEYAN JÎ OPCW RASTIYAN NABÎNE

Piştî ku dîmenê herdu şoreşgeran hate weşandin, êdî ev hovîtî nema dikarîbû bihata înkarkirin û veşartin. Lê belê tevî van hemûyan jî hêzên navneteweyî li ber bikaranîna çekên kîmyewî ranebûn, saziya OPCW bêdeng ma. Tenê sedemek heye ku nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li dijî wijdan û mirovahiyê dikin: ew jî gelê Kurd e. Dema ku mijar dibe gelê Kurd hêzên navneteweyî bi her awayî piştgiriyê didin Erdogan.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker di 28'ê Hezîrana 2023'an de li herêma Zapê careke din bi çekên termobarîk êrîşî tunela berxwedanê ya li Şehîd Doxan kir. Û di encama vê êrîşê de gerîla Şerzan Mawa şehîd bû. Ji ber ku cîhan bêdeng dimîne û nerazîbûnê nîşan nade, dewleta Tirk a faşîst van êrîşan dubare dike.