Siyasetmedarên li Rihayê dîlgirtî ne nehatin berdan

Siyasetmedarên ku 2 sal in li Rihayê girtî ye û heta niha yekemcar derketin pêşberî dadgehê, nehatin berdan.

Rûniştina doza siyasetmedarên ku ev 20 meh in ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtî ne, li Rihayê pêk hat.

Kesên têne darizandin; "Hevseroka HDP'ê ya Rihayê ya berê û namzeta Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Rihayê ya 2014’an Leyla Akçan, Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram, siyasetmedar Îsmaîl Kaplan, rêveberê HDP'ê yê Rihayê Mehmet Bînîcî û Hevserokê HDPê yê Navçeya Bêrecûkê Ahmet Kiliç."

Parêzeran da zanîn ku girtina dem dirêj a miwekîlê wan veguheriye cezakirinê û ji ber vê dema dirêj divê demildest miwekîlên wan bên berdan. 

Piştî navberdayînê heyeta dadgeha Tirk biryar da ku siyasetmedar girtî bimînin û doz taloqî 6'ê Îlonê kir.