Siyasetmedarê Kurd Ozbek jiyana xwe ji dest da

Welatparêz Kurd Rifat Ozbek (71) li Amedê, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Ozbek ku ji mêj ve ji dilê xwe nexweş bû, 1947’an li Bismilê hatibû dinyayê. Ozbek salên 90’î bi rengekî aktîf tevlî nav siyasetê bû. Ji wê demê ve di nava tevgera siyaseta Kurd de tim cihê xwe girt. Dema ku şewitandina gundan pir zêde bû rêveberiya Goç-Derê kir.

1993-1994’an piştî ku zarokên wî tevlî nav têkoşîna azadiya Kurd bûn dewletê bi rengekî sistematik zext li ser wan kir. Li gel malbatê, hevjîn û zarokên wî hatin binçavkirin, girtin.

Ozbek navber neda xebatên xwe yên siyasî, d nav DTP, BDP û DBP’ê de bi rengekî aktîf kar kir.

Ozbek, 2004-1994’an li Şaredariya Mezin a Amedê bû Endamê Meclîsê.

Rifat Ozbek welatparêzekî wiha bû ku li derdorê jê hez dikirin, hurmet didanê. Ozbek bi nexweşiya dil çû ber dilovaniya xwe.

Cihê sersaxiyê Mizgefta Bedîûzzaman a li Dîclekentê ye.