Li Mişrîfa Licê ya bi ser Amedê di 5’ê Îlonê de leşkeran ji helîkopteran xwe bera gund dabûn û gule li gundiyan reşandibûn. Li vê derê 3 gundiyên sîvîl birîndar bûbûn, 2 jê jî ji dêvila nexweşxaneyê biribûn qereqolê. Munîr Serîn û Bedran Yildirim li Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr di binçavan de ne û Celal Yildirim ê ku ew jî birîndar bûbû, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ew jî hate binçavkirin.
Parêzerê Munîr Serîn diyar kir ku têkildarî lêpirsînê hê tu pêşveçûn tune û destnîşan kir ku tendirustiya muwekîlê wî jî normal e.
Li gorî îddîaya Walîtiya Amedê Celal Yildirim cezayê wî yê girtîgehê heye lê nehat zanîn ku çima ji Yildirim ji dêvila girtîgehê birine Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr.