Bedena Guven nema dikare xwe ji nexweşiyan biparêze

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, dibe ku nikaribe tevlî rûniştina îro bibe. Sîstema xweparastinê ya bedena Guven têk diçe.

Parêzerê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven Serdar Çelebî got, ji ber ku sîstema xweparastinê ya bedena Guven qels dibe, dibe ku gelek nexweşî lê der bibin.

Guven 79 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Ji parêzerên Guven Serdar Çelebî ji ANF'ê re axivî û li ser rewşa wê ya tenduristiyê agahî da.

Çelebî bal kişand ser dema girtina Guven û anî ziman, dosya der barê wê de hate amadekirin, ji bingeha hiqûqî bêhtir, bi têgihiştin û armancên siyasî hatiye amadekirin.

YEKANE DAXWAZA WÊ BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ YE

Çelebî anî ziman, Guven ji ber ku zane doza lê hatiye vekirin siyasî ye, li şûna ku li ser dosya xwe biaxive, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê parastin kiriye û got, "Di axaftina xwe de ya li rûniştina 7'ê Mijdarê eşkere kir, ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dike. 79 roj in di greva birçîbûnê de ye û tenê daxwazeke wê heye; rakirina tecrîda li Îmraliyê. Wê di rûniştinên beriya niha de jî gotibû ku daxwazeke wê ji girtîgehê nîne û tenê dixwaze tecrîd bê rakirin. Lewma, bala wê niha ne li ser dosya wê ye. Ji ber vê yekê, ji bo wê ne girîng e ku tevlî rûniştinê bibe yan na. Mirov nikare ji niha ve bêjin wê rûniştina îro bi çi rengî bimeşe, lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dibe ku nikaribe tevlî bibe. Bi ya me, hem ji ber dosyayê hem jî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê divê Birêz Guven bê berdan."

PIRSGIRÊKÊN WÊ YÊN TENDURISTIYÊ GIRAN DIBIN

Parêzer Çelebî li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Guven agahî da û got, "Dibe ku niha hişê wê li serê wê ye û fonksiyonên jiyanê têk neçûne. Lê belê garantî nîne ku sibê çi bibe. Demên dawî me gelek caran grevên birçîbûnê yên demdirêj dîtin. Lê belê ji bo her kesî rewş cuda ye. Mafê kesî nîne ku bi xemsarî tevbigere. Ji ber vê yekê di her kêliyê de dibe ku her tişt biqewime. Ya ku divê were kirin, divê bi lezgînî were kirin. Ji ber ku muwekîla me nikare bi rehetî avê jî vexwe. Êş ketiye serî, deng û dîmen wê bêzar dike. Nikare bi rehetî bimeşe, ji xwe nekarî bê dîtina parêzeran û malbatê. Em bi doktoran re axivîn, wan jî gotin 'di rewşeke welê de ye ku hem razayî ye, ne jî ne razayî ye'. Ev jî tê wê wateyê ku nikare isrehetê bike. Lewma gelekî bê hal dikeve û ev dibe sedem ku sîstema xweparastinê ya bedena wê qels bibe. Bi vê yekê re dibe ku nexweşiyên din jî lê rû bidin."