Sirûşta Wanê bi resmên xwe vedibêje

Li aliyekî ku dewleta Tirk şînkahiya Wanê bi betonan û bi HES'an qir dike Fatîh Şahîn wê Wanî bi resmên ku xêz dike dixwze ku sirûşta Wanê ji bo nifşên bê veguhezîn.

Fatîh Şahîn ê Wanî gol, çiya, cihên dîrokî û sirûşta bêhempa ya şûnwarê xwe ku lê çêbûye resm dike û dixwaze Wanê ku van salên dawî dewleta Tirk pir ziyan dayê di hiş û dil de bihêle. Şahîn ji zaroktiya xwe ve resman çêdike û bi keda xwe ya li ser hunera resmê tê naskirin.

Şahîn dibêje wî cara peşî resm li ser kevirên li peraxên gol û çeman çêkirin û got, ''Min li ser keviran sembol, fîgûr çêdikirin û min sirûşt li ser wan neqş dikir. Rojekê dema ku min li hunera manala dikole ez hîn bûm ku ji beriya 40 hezar salî ve ev huher heye. Pê bawer dikirin tiştên ku azweriyên xwe, daxwazên xwe li dîwaran dikirin bi hêzeke manyetîk bûne. Belkî jî ji pêşiyên me ji min re mîrate mbû. Ji ber ku min ti perwerdehî nedîbû. Ez neçûm ti kursekê. Kesî şanî min nedabû. Ji bilî hunera mandala min xebatên tuwalê û hunera Dîwaran jî dikir.''

Şahîn dibêje li gelek dibistan, park, trafo, malan cihên dîrokî û sirûştî yên Wanê çêkirine û got carinan Sîmurg, carinan Ahûra Mazda, carinan Îştar û Şahmaran û Kwa xêz kiriye, bi van çîrokan mezin bûye, crinan Extamaara, sûlava Mûraiyê, Keleha Wanê, kew, xezal û guldexwîn xêz kiriye.

Şahîn digot ew ji dêyên xwe hîn bûbûn ku huner guneh e, bi salan ji wan re hatibû gotin ku putperestî ye, karê şeytên e, lîstik e da ku mirovan ji kar û barê wan qut bikin, çawa ku ew çêbûne ev fikir li wan ferz kirin û şerê li Kurdistanê nehiştiye ku ew çavbel bibin.

Şahîn got ji dîrokê ve tim mêtingeriyek li ser wan hebûye, hatine asîmîlekirin, komkujiyên Asûr, Babîl, Hîtît, Moxolan dîtine, xwe li Zagrosan girtine, zilma Sasanî, Pers û Ereban dîtine, navê wan hatiye qedexekirin, Kurdan jî li dijî vê tim li ber xwe dane û niha ew jî bi resmên xwe li ber xwe dide.

Şahîn herî dawî got ew karê xwe ji ne ji bo pereyan dike, ew dixwaze sirûşta ku qira wê tînin ji nifşên bê re veguheze.