Sipahê Pasdaran ê rejîma Îranê li pey talankirina gelê mexdur e

Sipahê Pasdaran ê rejîma Îranê ji erdhejzedeyên Kelha Xoyê re pêşniyar daye ku ji bo her şevê ku bikarin li çadirê bimînin 35 hezar tûmen pere bidin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi zimanê çavkaniyeke xwe yê ji herêma Kotolê ku cihê baweriyê ye dibêje ku Sipahê Pasdaran pêşniyara kirêdayîna çadirê dane erdhejzedeyan.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê hatiye ku leşkerên ser bi Sipahê Pasdaran doh şev ji gelê mexdûr re pêşniyar kirine ku dikarin bi dayîna 35 hezar tûmenî ji bo şevekî li çadirê de bimînin.

Wêneyên hatine belavkirin nîşan didin ku hê jî gelê mexdur di bin naylonan de dijîn û ew metirsiyeke li ser rewşa kesên bi temen û zarokan.

Danê sibê ya roja 23’ê Sibatê erdhejek bi pileya 5.7 herêma Kotol a bajarê KelhaXoyê û hawîrdora wê hejandiye. Ji ber wê erdhejê bi sedan welatî brîndar bûne, nêzî 3500 mal û malbat ên Kotolê û 40 gundên hawîrdora wê kavil bibin. Her wiha gelek seval jî telef bûne.

Hêjayê gotinê ye ku hê jî car û bar erdhejên biçûk li herêmê didomin.