Sîne bi armanca rejîma Îranê protesto bikin daketin qadan

Gelê Sînê bi armanca protestokirina qetilkirina 2 kolberên li Banê ya ji aliyê rejîma Îranê ve daketin qadan. Hêzên rejîmê êrîşî gelê li Qada Îqbalê kom bûne kirin, lê gel gav bi şûnde neavêtin û çalakiyên xwe domandin.

Gelê Sînê bi armanca protestokirina qetilkirina kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Fercî (21) ku li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê yê 4’ê Îlonê ji aliyê hêzên rejîmê ve, îro di saetên şevê de daketin qadan.

Li ser banga aktivîstên siyasî yên Sînê, îro saet 18:00’an bi hezaran welatiyên Sînê li Qada Îqbal (Azadî) kom bûn. Hêzên rejîmê hewl dan pêşiya kombûna gel bigire. Hêzên rejîmê li hember biryardariya gel bi gaza bîber û jopan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 5 çalakvan hatin binçavkirin.

Bi bihîstina ku hêzên rejîmê êrîşî gel kirin re bi sedan kes herikîn Qada Îqbal û li qadê çalakiyên protestoyê dewam dike.

Rejîma Îranê ya ku piştî çalakiyên li Banê destpêkirin û şûn de ji navenda wîlayetê gelek leşker û endamên sîxûriyê sewqî Sîneyê kirin. Beriya niha torên înternetê yên li bajêr hatibûn qûtkirin. Qûtbûna torên înternetê ya li bajêr hê jî dewam dike.

Çalakiyên ku saet 18:00’an destpê kirî hê jî dewam dike. Nûçegihanê me yên li Sînê diyar kir ku herikîna gel a ber bi Qada Îqbalê ve dewam dike û hêzên rejîmê jî hemû rêyên diçin qadê bi wesayîtên zirxî hewl dide bigire.