Sîîrt: Hevrê Adil, ya nepêkan pêk dianî

Cafer Sîîrt qala yek ji fermandarên efsanewî yên PKK'ê Adil Bilikî kir û got, "Li cihê ku dihate gotin, çalakî lê nabe, çalakî dikir û bi ser diket. Divê em hêjayî pratîka wî bin."

Cafer Sîîrt qala hevrêyê xwe, yek ji fermandarên efsanewî yê PKK'ê Adil Bilikî kir:

"Hevalê Adil ji Botanê bû, ji gundê Bilikayê bû. Di jiyana sivîl de me hev nas nedikir. Di zivistana 1989'an de me hev nas kir. Meha Çileyê bû, li qada Girê Hirmo ya Cûdî em li hev rast hatin. Em ji Gabarê hatibûn, hêza Cûdî û Gabarê li hev civiya bû. Hevalê Adil wê demê fermandarê mangayê bû. Şûna xwe diyar bû. Bi hevalê Adil re nemam, lê belê li Botanê timî haya me ji hev çêdibû. Ez destpêkê bi giranî li Gabarê dimam, ew jî li Cûdî. Berê kîjan heval ji kîjan herêmê tevlî bûbû bi giranî li wê herêmê dima. Ji ber ku herêm nas dikir, liv û tevgera dijmin dizanî yên ji Cûdî tevlî dibûn li Cûdî, yên ji Gabarê li Gabarê, yên ji Bestayê li Bestayê diman. Hevalê Adil jî di pratîka '88-89'an de li Cûdî ma, em jî li Gabarê bûn.

Car carna dema ku erk û wezîfe hebû me hev didît. Hevalê Adil piştî salên '88-89'an derkete pêş. Şervan bû, pişte bû fermandarê mangayê, dûre bû fermandarê tîm. Hevalan hemûyan ew nas dikir. Ji ber pratîka xwe ji aliyê her kesî ve dihate naskirin. Ji hevalên ku wê demê tevlî bûn, ji herêma Botanê yek ji wan hevalan bû ku destpêkê çû qada Rêbertî. Ji ber ku hevalekî biçe qada Rêbertî diviyabû tişte ji destê wî bihata, diviyabû tiştek bikira, tiştek werbigire, tiştek bida. Ked û hewldana hevalê Adil a salên '88-89'an, pratîka wî, şervaniya wî kir ku hevalên wî pêşniyar bikin ji bo ew derbasî qada Rêbertî bibe. Wê demê li Cûdî hevalê Şiyar hebû. Fermandarê tîm bû. Di zivistana 89'an de ew bi xwe re bir. Dixwazim vê yekê bêjim; li tevahiya herêmê ked û hewldana gelek hevalan hebû, lê belê ked û hewldana hevalê Adil li pêş bû. Bi qasî salekê li qada Rêbertî ma. Di pêvajoya Kongreya 4'emîn de hat. Payîza 1990'î bû, hevalê Adil tevlî kongreyê jî bû. Wê demê her kes nikarîbû tevlî kongreyê bibe. Astek jê re diviyabû, naxwe nikarîbû tevlî kongreyê bibe. Piştî kongreyê wezîfe girt û derbasî herêma Gabarê bû. Li herêma Gabarê tevlî hemû karên siyasî û leşkerî bû."

'YA NEPÊKAN PÊK DIANÎ'

Sîîrt got, "Li kîjan qadê bûya jî hevalê Adil bi rola pêşengiyê radibû" û wiha dewam kir:

"Hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê hevalan ve her tim li eniya pêş bû. Bi vî rengî mezin bû, piştî ku fermandarê mangayê bû, bû fermandarê tîmê, derbasî qada Rêbertî bû, tevlî kongreyê bû, hat Gabarê; van hemûyan kir ku gav bi gav bilind bibe. Mîna ku jê dihate xwestin tevlî dibû. Çalakiyên ku hevalê Adil tevlî bûn gelek bûn. Her çalakiyeke mezin eger li dora wî bûya, teqez ew jî di nav de bû. Ya fermandarê baskekî bû, ya koordîneyê çalakiyê bû ya jî fermandarê êrişê bû. Em bêjin li cihekî çalakî nabe, mînak li Heftanînê di sala '96'an de dijmin tevahiya sînor girtibû. Kesî nekarî çalakiyekê jî bike. Wî ew sînor ji bo xwe kir wezîfe, girê Sînekê hebû, bi hêzeke xurt avêt ser gir û kontrol kir. Li cihê ku dihate gotin çalakî lê nabe, wî çalakî dikir. Li cihê ku zor û zehmetî lê hebû hevalê Adil çalakî dikir. Taybetmendiyên wî bi vî rengî derdiketin pêş. Cihê ku me nekarî lê bidin wî lê dida û encamên serketî bi dest dixist. Ji ber vê sekna xwe hem li nava hevalan hem jî li nava gel dihate hezkirin. Ji dijmin neditirsiya, li ku dibû bila bibe, metirsî çi dibû bila bibe mîna ku tiştek nebûye tevdigeriya, bi vî rengî nêzîk dibû û bi ser diket. Ne bi xwe bêmoral dibû, ne jî dihişt ku derdora wî bêmoral bibe. Dilsozê Rêbertî bû, dilsozê şehîdan bû, dilsozê hevalan bû."

'DIVÊ EM HÊJAYÎ PRATÎKA WÎ BIN'

Cafer Sîîrt di dawiya axaftina xwe de got, "Hevalê Adil sala 2006'an beriya derbasî Bakur bibe, herî dawî em bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Wê demê hevala Viyan çalakî kiribû. Hevalê Adil digot, 'Ez diçim Botan û Gabarê, bi ruhê hevala Viyan ez ê kar bikim'. Bi rastî jî encam bi vî rengî bû. Hevalê Adil soza xwe bi cih dianî. Her kes zane, sala 2006'an saleke giran bû. Ji aliyê partiyê ve saleke metirsîdar bû. Hevalê Adil pêngav da destpêkirin. Ji aliyê leşkerî ve komî ser hev bû, pêngavek da destpêkirin û bandora vê yekê jî li derdora xwe belav kir. Şehadeta hevalê Adil bandoreke mezin li me kir. Kir ku dilsoziya me ya li nava rêxistinê xurtir bibe. Nîşan da ku divê em hîn bêhtir dilsozê Rêbertî, şehîdan û hevrêyên mîna hevalê Adil bibin. Li cihê ku bêderfetî dihate ferzkirin hevalê Adil li wir kar dikir û bi ser diket. Ji bo hêjayî vê seknê vê pratîkê bibin em ê hewl bidin."