Seyît Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bibîranîn

Seyît Riza û hevalên wî di salvegera 80’emîn a qetilkirina xwe de li Qada Seyît Riza ya Dersimê hate bibîranîn.

Bi boneya 80’emîn salavbera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, li Qada Seyîd Riza ya Dersimê bi bernameyekê hatin bibîranîn. Parlemeterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, PArlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, endamên HDP’ê ya meclîsa partiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk ên HDP, Federasyona Komeleyên Dersim (DDF), Navenda Lêkolînê ya Dersimê (DAM), Komeleya Pîr Sûltan Ebdal (PSAD), nunermed Ferhat Tunç û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Nûnerê DAM’ê Huseyîn Ayrilmaz diyar kir ku li Dersimê 50 hezar jin, zarok, kal û ciwan bi sirgûnan, di malan de şewitandin, li ber peravên avê bi gule reşandinê qetilkirin. Ji pêşengên Dersimê Syîd Riza, Ûsemen Seydî, Findiq Aga, Seyd Ûsem, Hesene Îbrayîmî, Hesen Aga, Aliye Mîrzal jî 15’ê Mijara 1937’an hatin bidarvekirin.

Her wiha hunermend Ferhat Tunç jî di bîranînê de axivî û Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî.

Piştî axaftinan û şûnde, ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Piştî loqûm hate balavkirin û şûnde hate diyarkirin ku ji bo bîranîna wan divê her malek findekê pêbixe.