Sewqiyata ber bi sînorê Efrînê didome

Artêşa Tirk a dagirker, ji bo Efrînê dagir bike sewqiyata leşkerî ya li sînorê Efrînê didomîne.

Beşek ji wesayîtên leşkerî yên ku sala berê anîbûn navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, bi wesayîtên transportê ve ber bi bajarê Hatayê ve birin.   

Bi sedema Efrînê dagir bikin duh gelek wesayîtên transportê şandin navçeya Silopiyayê. Bi van wesayîtên transportê  beşek mezin wesayîtên leşkerî ji Silopyayê ber bi Dîlok û Hatayê ve birin. 

Serokkomarê Tirk  R.T.Erdogan duh diyar kir ku wê êrîşê bibin ser Efrînê û di heman demê de artêşa Tirk jî gundên Efrînê bomberduman kiribûn. Şervanên YPG/YPJ jî bersiva tund dabûn.