Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin bîranîn

Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di berwedana xwerêveberiyê de di 4'ê Çileya 2016'an de dema dixwestin derbasî taxekê bibin bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin jiyana xwe ji dest dan, di salvegera 4'an de nehatin jibîrkirin. Ji bo her sê siyasetmedarên Kurd rêxistina HDP'ê ya Silopiyayê civîneke bîranînê pêk anî.

Dayikên Ûyar û Nayir jî tevlî civîna bîranînê bûn. Tevî parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş gelek kes li civînê amade bûn.

Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr li bîranînê axivî û destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji bo azadiya xwe dest bide hev û têbikoşe. Sakîne Demîr got, "Di vê sala nû de Kurd wê bi ser bikevin. Wê gelê Kurd azad bibe. Azadî wê bi hêza jinê pêk were. Yên ku mirovan dikujin divê tavilê ji van kiryarên xwe vegerin. Em dixwazin edalet, aramî û aştî bê vê xakê. Em naxwazin kes bimirin, em aştiyê dixwazin. Dayik hemû ji bo aştiyê divê têbikoşin."

Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku komkujiya li Silopiyayê dewama kuştina sê siyasetmedarên Kurd di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ye û ragihand, dewlet li her deverê jin ên azad dikujin.

Ebrû Gunay got, "Gotin têrê nake ku em her sê hevalên xwe vebêjin. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim."