Şervanên QSD'ê 2 gundên din ji çeteyan paqij kirin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundên Acel Xerbî û Acel Şerqî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundên Acel Xerbî û Acel Şerqî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Ev her du gundên li rojhilatê Tebqayê ne, duh êvarê di encama şerekî giran de ji çeteyan hatin paqijkirin.
Di şer de 3 cenazeyên çete û 2 çekên bombeavêj ketin destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran bombeyan li derdora bendava Tebqayê dibarînin.