Serokeşîrên Şengalê bûn yek deng: Em ê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk

Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê li dijî gefên êrişên yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û bang li civaka Êzidî kir ku bi her awayî xwedî li Şengalê derkevin, parastina xaka xwe bikin.

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, Oldar û Serokeşîrên Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê, bi amadebûna bi dehan serokeşîr û oldarên Êzidiyan ji aliyê serokeşîr Dexîl Mirad ve hate dayîn.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE LI ÇIYAYÊ ME YÊ PÎROZ BAREGEHÊN LEŞKERÎ AVA BIKE'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Bi navê Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidiyan li Şengalê, daxuyanî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku yekemîn welat e bi hemû hêza xwe piştgiriya çeteyan dike û  dixwaze serweriya Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigehîne çiyayê Şengalê ya berxwedêr û herêmê dagir bike. Her wiha li çiyayê me yê pîroz de bi hincetên xwe yên nerast baregehên leşkerî ava bike.

Raya giştî dizane armanca dewleta Osmanî çi ye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe. Dîroka wan a reş tîje komkujî û qirkirine. Weke komkujiya Ermeniyan, komkujiyên li dijî Êzidiyan û Elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê Êzidî pêk bîne.

'EM Ê HETA SER ŞOPA PÊŞIYÊN XWE, LI SER DOZA ÊZIDIYATIYÊ XAKA XWE BIPARÊZIN'

Em li vir dibêjin kesekî xwedî xîred di rêveberiya Iraqê de nîne ku  bikare serweriya Iraqê biparêze. Em weke Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidî li çiyayê Şengalê ji gefên Tirkiye û ji wan kesên hevkariya Tirkiyeyê dikin natirsin. Em ê heta dawiyê li ser şopa bav û bapîrên xwe bin û li ser doza Êziditiyê eger bê xwestin em ê berdêlên giran bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengal a pîroz biparêzin. Herwiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrişan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bikin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûn de jî dest ji parastina xaka xwe bernedin."

'DI DÎROKÊ DE ME TI CARÎ SERÎ NETEWANDIYE, JI NIHA Û PÊ VE JÎ EM Ê NETEWÎNIN'

Piştî daxuyaniya Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê, rûspiyên li daxuyaniyê amade bûn, peyam dan.

Oldarê Êzidî  Feqîr Reşo  got; "Di dîrokê de gelek aliyên mîna Tirkiyeyê xwe ceribandine û êrişî Şengalê kirine. Eger Tirkiye dixwaze ola Êzidiyan tine bike û bi hîncetan dixwaze êrişî Şengalê bike, bila were. Di dîrokê de, me serî netewandiye, em ê ji niha û şûnde jî serî netewînin û em ê ber xwe bidin.”

Feqîr Reşo bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha domand; "Eger hûn ne amade ne serweriya xaka xwe biparêzin û rê ji Tirkiyeyê re vedikin ku êriş bike li ser me, em ê heta dawî li ber xwe bidin û çiyayê xwe ji ti kesî bernedin."

Yek ji kesayetên Êzidî Hesen Şerîf jî axivî  û di serî de bang li tevahiya Êzidiyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got; "Divê Êzidiyên her cihî ji bo Şengalê rabin. Li ser wan erk e li hemberî êrişan bikevin nava berxwedanê. Bang dikin Êzidiyên derveyî welat û dostên xwe ji bikevin nava çalakiyan."

Yek ji serokeşîrê  Êzidiyan Şemo Xwedêda jî got: "Şengal hatiye guhartin, ne wek beriyê ye. Her kesekî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike, em ê weke civaka Êzidî li hember rabîn û li ber xwe bidin."