Serokê Giştî yê KKP'ê hate destgîrkirin
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek hate destgîrkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek hate destgîrkirin.
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek sibehê li Amedê di serdegirtina mala wî de hate destgîrkirin. Çîftyurek birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Hate ragihandin ku Çîftyurek ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî yên der barê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destgîrkirin.
KKP'ê di twitterê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Serokê wan Çîftyurek sibehê saet 5'an li mala xwe hate destgîrkirin û xwest ku tavilê bê bedan.