'Serketin a me ye'

Gerîlaya YJA Starê Arîn Koçer got, "Dibe ku dijmin bi teknîkê şer dike, lê belê îdeolojî û baweriya me heye. Heta ev îdeolojî û bawerî hebe, heta ku ev ruhê hevaltiyê hebe em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin û dijmin li bin bixin."

Gerîlaya YJA Starê Arîn Koçer têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ser herêma Heftanînê û bersiva gerîla ya li dijî van êrişan ji ANF'ê re vegot.

Arîn Koçer anî ziman ku hêzên dagirker di destpêkê de berê xwe dan girên vala, cihên ku gerîla lê nebûn û got, "Destpêkê bi balafir û helîkopterên êrişê bombardûman kir. Piştre jî leşker danî ser van giran."

Arîn Koçer diyar kir ku artêşa Tirk ne bi leşkerê xwe, lê belê bi kontra, çete û cehşên xwe dest bi êrişê kir û got, "Yên li wan giran hatin bi cih kirin û şer dikirin, Kurdên xwefirotî bûn. Dewleta Tirk bi xwe nehat û şer nekir."

Gerîla Arîn Koçer qala lehengiya Cenga Heftanînê kir û wiha dewam kir, "Bi ruhê heval Goran û Esmeran operasyon hate têkbirin. Bi ruhekî fedayî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û bi rêbaza nû ya gerîla teknîka dijmin pûç kir.

Dijmin li Heftanînê pişta xwe bi teknîkê germ dikir. Lê teknîka wan hate têkbirin. Em xwe bi felsefeya Serokatî perwer dikin. Dibe ku dijmin bi teknîka xwe şer bike, lê belê îdeolojî û baweriya me heye. Heta ev îdeolojî û bawerî hebe, heta ku ev ruhê hevaltiyê hebe em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin û dijmin li bin bixin."

Gerîla Arîn Koçer destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla bêencam maye û wiha dewam kir: "Dijmin li bendê bû ku li Heftanînê encamê bigire. Lê nekarî vê bike. Dijmin bi xwe jî êdî zane ku li bin ketiye. Wisa lê hatiye ku nizane êrişî ku derê bike, çawa bike, ew bi xwe jî êdî di nava nakokiyan de ye. Ji her alî ve li bin ketiye. Ji ber ku li Heftanînê bi ser neket, xwest li Garê encamê bigire. Lê tişta dixwest bi dest nexist. Hevalan ew operasyon jî têk bir. Bi ruhê şehîd Şoreşan dijmin li bin ket. Di şikeft û tunelan de şer kirin, bi rêbaz û taktîkên nû yên gerîlayên serdema nû, dijmin li bin xistin. Dijmin neçar ma ku xwe vekişîne. Hefteyekê jî nekarî li ber xwe bide. Li Garê, Heftanîn, Metîna û li xeta Avaşîn-Zagrosê ji her alî ve êrişê dike. Lê encamê nikare bi dest bixe. Yê bi ser bikeve, yê encamê werdigire gerîla ye, rêxistin e."

Gerîla Arîn Koçer herî dawî got, "Em ê bi ser bikevin. Lê divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê jî li hemberî operasyonan bibe bersiv, rabe ser piyan û neheqiyê qebûl neke. Rastiya Kurdan êdî derketiye holê, êdî ber bi serketinê ve diçe. Pêwîste gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, hemû gelên bindest vê dagirkeriyê qebûl nekin û rabin serhildanê."