Serhildêrê çiyayên Botanê: Reşît Serdar

Serhildêrê çiyayên Botanê Reşît Serdar fermandarekî mezin bû ku astengî nas nedikir û bi hêrseke mezin bi ser dijmin ve diçû.

Reşît Serdar di 18'ê Mijdara 2012'an li Şemzînanê tevlî karwanê şehîdan bûbû, lê belê têkoşîna wî bi heybetî li çiyayên Kurdistanê dewam dike.

Çîroka vî zarokê çiyayî, ya vî koçerî gelo çawa dikare bê vegotin... Botan hem warê çiyayiyan e, hem jî yê koçeran.

Ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Can Gurhan (Reşît Serdar) ku sala 1973'an li gundê Ersê yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz a cotkar û sewalkar mezin bû.

Mehmet Can zarokekî kelecanî bû, têkoşer bû. Mîna erdnîgariya ku lê ji dayik bû, serhildêr bû...

Fermandar Egîd û hevrêyên wî, weke raperîna Kurdan ku gelê herî qedîm ê vê axê ye, li ber teqînê bûn.

Fîşeka destpêkê li Dihê tenê li dijî mêtingeran nehate teqandin. Di heman demê de li dijî rastiya tepisandî ya civaka ku ji ber zext û êşkenceyê bêzar bûbû hate teqandin.

Mehmet Can piştî pêngava 15'ê Tebaxê dest bi lêgerînê kir û piştî ku tevlî nava refên tevgerê bû, yek ji fermandarên gerîla yê ku destpêkê dît û gelekî jê hez dikir Reşît bû.

BARÊ FERMANDAR SARI ÎBRAHÎM DA SER MILÊ XWE

Mîna ciwanên Kurd hemûyan firsendeke dîrokî bi dest xistibû ku bi hêrsa xwe ya mezin bi ser dijmin ve biçe Mehmet Can bi navê xwe yê din gerîlayê ARGK'ê Reşît. Serdar fermandarê yekîneya bi tevger bû. Hem şervanî hem jî fermandarî ji hevrêyên xwe re dikir. Piştî şehadeta Serdar ji bo bîranîna wî navê wî li xwe kir.

Reşît Serdar êdî bû hilgirê hêvî û bîranînên du fermandarên ARGK'ê Reşît û Serdar. Li Botanê di dema şerê herî giran de tevlî koma bi tevger û şerker bû. Hem şer dikir, hem jî fermandarî. Bi qasî ku mirovê şareza bikişîne ser xwe şervan û fermandarekî baş bû.

Şervaniya xwe ya serhildêr a cografyaya xwe, di sala 1997'an de bi çûyîna qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bêhtir têgihiştî kir. Zarokê serhildêr ê çiyayê Botanê, ji bo berxwedaneke hîn xurt û berfirehî berê xwe da Amanosan. Meşa wî kurt bû, lê encamên girîng bi xwe re afirand. Barê giran ê fermandar Sari Îbrahîm li pişta wî bû.

DI 18'Ê MIJDARA 2012'AN DE LI ŞEMZÎNANÊ ŞEHÎD BÛ

Dema ku li çiyayên Amanosê bû, piştî komploya navneteweyî di sala 1999'an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komên gerîla yên vedikişiyan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Reşît Serdar li Herêmên Parastinê yên Medyayê li her eyalet û herêmê fermandarî kir.

Reşît Serdar kesayetekî bêrawestan bû ku zor û zehmetî nas nedikir û bi hêrseke mezin bi ser dijmin ve diçû. Bû yek ji şervan û fermandarên mezin ên Botanê. Şopdarê fermandar Egîd bû. Bi hezaran gerîla hîn kir ku li ser vê şopê divê çawa şer bê kirin.

Di 18'ê Mijdara 2012'an de ku hingî endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bû li qada Gerdiya ya Şemzînanê di şer de mîna fermandarên pêşeng tevlî karwanê şehîdan bû. Têkoşîna Reşît Serdar hîn jî bi rengekî bi heybet li çiyayên Kurdistanê dewam dike. Şervanên Xalit, Kemal, Egîd, Adil û Reşît Serdaran navê wan hiltînin û şervaniya wan li her cihî dixin pratîkê.