Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê astengiyan nas nakin

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî qetilkirin, tundî, girtin, darvekirin û gulebaranên dewleta Îranê, di hefteya xwe ya dehemîn de dewam kir.

Doh li bajarên Sine, Mahabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abdanan û gelek cihên din xwepêşandan û çalakî dewam bûn.

Li Dîwandere hêzên dewleta Îranê gule li xwepêşanderan barandin, li gorî hinek çavkaniyan herî kêm 5 xwepêşander jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mahabadê bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenazeyê Kemal Ehmedpûr ku di xwepêşandanên rojên borî de hatibû qetilkirin bûn. Piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin.

Li bajarê Sine hêzên dewleta Îranê êrîşî xwendevanên zanîngehê kirin, xwendevanan jî li dijî hêzên dewletê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li tevahiya Îranê bi taybetî li zanîngehan, grev û çalakiyên xwedevanan dewam kirin. Bi taybet li Tehran, Meşhed, Êsfehan, Tewrêz, Şîraz, Ehwaz û gelek bajarên din xwedevan daketin qadan.

Li bajarên Tehran, Şîraz, Êsfehan, Zahîdan û gelek herêmên din jî çalakiyên dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin.

Her wiha li dijî qetilkirina çar zarokên di xwepêşandanên rojên borî yên li bajarên Seqiz û Îze de, Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan bang li her kesê kir ku îro û sibe li seranserê navendên dibistanan boykot were ragihandin.

Li derveyî Îranê jî, li gelek bajarên Ewropa, Emerîka û Kanadayê jî mirovan bi çalakiyên cûr be cûr piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.