‘Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê û biryara şer a dewleta Tirk’

Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ewqasî mezin bûn û desthilatdarî hejand, kirin AKP bê ber têkçûnê. AKP´ê heta hingê bi îdîaya, ez Kurdan kontrol dikim desthilatdariya xwe li ser piyan digirt; bi rabûna ser piyan a Kurdan û hêzên demokrasiyê tirsa rûxanê girt.

Çaremîn salvegera serhildanên destekirina berxwedana Kobanê yên 6-7-8 Cotmehê ye. Ev serhildan di siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê de werçerxeke gelekî girîng îfade dikin. Armanca Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê ew bû ku rabûna Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi danfetisandina wan a li Kobanê asteng bike. Bi vê armancê DAÎŞ ajotibû ser Kobanê. Jixwe, dema ku DAÎŞ´ê dor li Kobanê girt jî, Tayyîp Erdogan got, va ye Kobanê li ber ketinê ye û bi van gotinan mizgîniyek dida ku kêfa wî jê lê eşkere dikir. Lê belê, dema ku Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê xwedî li Kobanê derketin û di 1´ê Mijdarê di Roja Kobanê ya Cihanê de gel û hêzên demokrasiyê rabûn ser piyan, hemû planên Tayyîp Erdogan serûbinî hev bûn. Ji ber vê yekê dijminatiyeke wî ya gelekî mezin heye li dijî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ku di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî dewreke girîng in. Heta, tevî ku ti elaqeya wî pê re nîne jî, hevserokê berê yê HDP´ê Selahattîn Demirtaş bi îdîaya teşwîqkirina serhidanên 6-7-8´ê Cotmehê di zindanê de radigire.

Çalakiyên 6-7-8´ê Cotmehê yên destekkirina Berxwedana Kobanê, di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî cihekî gelekî girîng in. Gelê Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê desteke mezin da Berxwedana Kobanê. Li ser sînorê di navbera Pirsûs û Kobanê de her roj bi dehhezaran mirovî destek da berxwedêran. Bi sedan ciwanî sînor derbas kir û çû li Kobanê şer kir. Vê hem destek û moraleke mezin da berxwedêran û hem jî kir ku gelên dinyayê hestyar bin beramberî Berxwedana Kobanê. Xurtbûna 1´ê Mijdarê Roja Kobanê a Cihanî, li her deverî rabûna ser piyan a gelan û hêzên demokrasiyê jî bi tesîra çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê çû serî.

Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ewqasî mezin bûn û desthilatdarî hejandin ku kirin AKP bê ber têkçûnê. AKP´ê heta hingê bi îdîaya, herî baş ez Kurdan kontrol dikim desthilatdariya xwe li ser piyan digirt; di encama rabûna ser piyan a Kurdan û hêzên demokrasiyê de tirsa rûxiyanê girte wê. Tayyîp Erdogan cara pêşî hingê kete nava wê tirsa têkçûnê. Deh caran ji hewldana darbeyê ya 15´ê Tîrmehê bêhtir, ev serhildan bûn tehlûke û gef li desthilatdariya AKP´ê kirin. Bi wî rengî ku serokwezîr, wezîrê karê hundir û gelek wezîrên din xwe avêt HDP´ê û jê xwestin ku bi Qendîlê re peywendiyê deyne da ku serhildanan rawestîne. Wan got, heger ev serhildan bên rawestandin, hikûmet wê di pirsgirêka Kurd de gavên baş biavêje. Di dema Serhildanên 6-7-8´ê Cothemê de Tayyîp Erdogan û AKP´ê ji HDP´ê xwest peyamê bigihîne Qendîlê û niha HDP´ê gunehbar dikin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê dema ku li ser esasê fetisandina Şoreşa Rojava negihiştin armanca xwe ya lawazkirina Tevgera Azadiya Kurd û bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat fêmkirin ku Kobanê wê nekeve, vê carê jî biryara dijwarkirina şerê li Bakurê Kurdistanê dan. Jixwe, biryara şer a ku piştî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat dayîn, bi yekemîn Civîna Ewlekariya Milî ya dewleta Tirk veguherî biryara dewletê. Bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê re êdî hat fêmkirin ku Kobanê wê nekeve; di heman demê de hat dîtin ku li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd gihiştiye hêzeke mezin. Sedema esasî ya van êrişan ku îro jî dewam dikin, rabûna ser piyan a gelê Kurd di 6-7-8´ê Cotmehê de ye. Deshilatdariya AKP´ê yan wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gav bavêta, yan jî wê xwe li şerekî dijwar biqewimanda. Ji ber ku siyaseta wê ya çareseriyê nebû, êriş zêde kirin û ew şerê ku ku armanca wê şikandina îradeya gelê Kurd bû, dijwar kir.

Di çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê de qederê 40 Kurdên welatparêz hatin qetilkirin. Esker, polîs û hevkarên dewletê êrîş bire ser serhidanan, xwestin bi qetilkirina mirovan pêşiyê li serhildanan bigirin. Lê belê, beşeke girîng a Kurdistanê kete kontrola ciwanan û gel. Heger hikûmetê peywendî bi HDP û PKK´ê re daneyniya û hin soz nedana, van serhildanan dewam bikira, hingê dibû ku desthilatdariya AKP´ê li ser piyan nemaya. Lê belê ji ber hebûna rewşa şernekirinê, ev çalakî weke çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê sînordar man. Dewleta Tirk piştî van çalakiyan biryara şer da, rêya ku ber bi desthilatdariya îro ya faşîst a AKP-MHP´ê ve çû jî wisa vebû. Ya rastî, Serhildanên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê, rûyê rast ê AKP´ê derxistin holê û bi heman rengê têkiliyên wê bi DAÎŞ´ê re jî.

Di Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de şirîkê DAÎŞ´ê desthilatdariya AKP´ê bi dehan welatparêz qetil kirin û bi vê jî careke din dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd nîşan da. Desthilatdariya AKP´ê ku mirov qetil kirin, ji bo ku ser vî sûcî û dijminatiya gelê Kurd bigire, kuştina 3 alîgirên Huda-Parê kire rojev, a ku îro jî ne diyar e ka çawa hatine kuştin. Operasyoneke psîkolojîk bi rê ve bir ku Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê bi vê bûyerê re yek nîşan da; hewl da ji bo vê yekê têgihanekê çêke. Bi vî awayî, xwestin biryara şer a li dijî gelê Kurd a ku piştî Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê dan, dûrî çav bikin. Ya rastî, di encama Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de dewleta Tirk fêm kir ku bi DAÎŞ´ê wê nikaribe Tevgera Azadiyê ya Kurd bitepisîne û ew bi xwe kete dewrê. Heger dewleta Tirk îro jî li her deverê êrîş dike, sedema vê yekê ew e ku di encama Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de fêm kir ku bi destê DAÎŞ´ê nikare Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA