Serhildanek û bi hezaran perperîk

Her çendî îro Ararat hevrê û xwişka xwe Aljîn spartibe axê û Axîn xwişka xwe Şîndar li warê zeytûnan veşartibe jî, her çendî Vejîn û xwişka wê Rojînda li qadên cuda têdikoşin jî hemû îro bi şanazî di nava refên YPJ’ê de pêşengiyê ji şoreşa jinê re dikin.

Aljîn û Ararat, Axîn û Şîndar, Vejîn û Rojînda

6 jinên ciwan, 6 hevrêyên têkoşînê…

Aljîn û Ararat ku xwişkên hev in di nava refên YPJ’ê de hevrêtiya şoreşê, hevrêtiya têkoşînê didin meşandin.

Axîn û Şîndar ku ew jî xwişkên hev in, wan jî di nava refên YPJ’ê de jiyana xwe bi hevrêtiyeke şoreşgerî watedar kirin.

Vejîn û Rojînda ku ew jî xwişkên hev in, wan jî di eniyên cuda yên cengê de li dijî dagirkeran, li dijî tundiyê şerê azadiyê dan meşandin.

Têkoşîn û hevrêtiya wan têkoşîna xwişkên Mîrabel tîne bîra mirovan û di çavê her yek ji van jinên ciwan de têkoşîna giranbiha ya perperîkan dibînim. 3 perperîk bûne 6 perperîk, bûne deh, bûne 100, bûne bi hezaran perperîk.

Di nava şerê giran ê ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn, gelek berdêlên giranbiha hatin dayîn. Bi hezaran ciwanên vî welatî bê teredut canê xwe kirin mertal û gelê xwe ji hovîtî û destdirêjiya dagirkeran parastin û hê jî diparêzin. Li hemberî şîdet û tundiya ku tê kirin, herî zêde jinan serî rakir. Ango li hemberî tundî û destdirêjiyê jin bêçare neman û hêzeke parastinê ava kirin ya ku îro ji bo tevahî jinên cîhanê bûye mînak.

Jinan di nava van salên şoreşê de hem xwe ava kirin, hem jî şoreşa xwe li dijî çeteyan, li dijî her awayî hêzên dagirker parastin. Şoreşa rabûna jinê, şoreşa serîhildana jinê ya di nava şoreşa Rojava de bi artêşbûn û rêxistinbûna xwe parastin. Ev artêşbûn, bû temînata têkoşîn û rêxistinbûna hemû jinên civakê. YPJ di nava şert û mercên herî zor de, xwe ava kir. Di kêliyên ku pergala desthiladar di şîdet, tundî, destdirêjî û di dagirkeriyê de gihiştibû lûtkeyê, bi avabûna YPJ’ê bû bingeha hilweşîna wê lûtkeya tundiyê. Rêxistinbûn û artêşbûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe disparte têkoşîna bi hezarê salan a jinên cîhanê û li ser mîrateya têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd ên çiyayî. Ji wê bû ku di nava demeke kin de avabûneke wiha dîrokî ku îro li tevahî cîhanê bûye mînak ava kir.

Îro li ser vê şopa giranbiha û li ser vê xaka Rojava ku bûye stargeha şoreşê em roja têkoşîna xwe, roja 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Mînaka vê rêxistinbûn û bi hêzbûnê di şexsê van şervanên YPJ’ê, xwişkên hêja Aljîn û Ararat, Axîn û Şîndar, Vejîn û Rojînda de şênber bûye. Ya rastî têkoşîna van şervanan û lehengiya wan ji me re nîşan dide ku jinan bi rêxistinbûna xwe, bi pêşengiya xwe ya di nava şoreşê de her roj veguherandine roja 25’ê Mijdarê. Û bi rastî jî em di serdemeke wiha de derbas dibin ku her roj bûye roja rabûna jinan a li dijî tundiya ku gihaye lûtkeyê.

Ev asta bilind ya tundî, qetilkirin, destdirêjî û şîdeta li ser jinê jî nîşaneya tirsa pergala mêrê desthiladar a ji ber serhildana jinê ye. Ji ber serhildana jinê şoreşa herî mezin e ku wê dawî li hişmendiya qirker û dagirker a vê pergala kapîtalîst bîne. Îro ji şerq heya xerb, ji başûr heya bi bakur, bi ruxmê dirêjbûna mesafeyan jin xwe dighînin hevdû, piştgiriya hevdu dikin, xwe bi rêxistin dikin û ji bo hev serî hildidin. Pêl bi pêl dadikevin qadan, govenda mezinbûna têkoşînê digerînin.

Têkoşîna perperîkan îro bi vê zanebûnê xurtir bûye. Dengê qêrîna wan ta ji Domînîkê gihaye Rojhilata Navîn û li tevahî Kurdistanê deng vedaye. Va ye îro têkoşîna giranbiha ya şervanên YPJ’ê Aljîn û Ararat, Axîn û Şîndar, Vejîn û Rojînda jî mînaka herî şênber a mezinbûna rêxistinbûn û têkoşîna jinan e.

Her çendî îro Ararat hevrê û xwişka xwe Aljîn spartibe axê û Axîn xwişka xwe Şîndar li warê zeytûnan veşartibe jî, her çendî Vejîn û xwişka wê Rojînda di qadên cuda de têkoşîna xwe didomînin, lê hemû jî îro bi şanazî di nava refên YPJ’ê de pêşengiyê ji şoreşa jinê re dikin.

Ez jî weke jineke rojnemeger hemû jinên têkoşînvan êşa her jinekê, dilşadiya her jinekê, serî rakirin û raperîna her jinekê ji dil hîs dikim, wekî ku li rex wan im, heman hestan bi wan re dijîm. Û ez jî bi wesîleya roja 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê di şexsê hevrêyên xwe yên rojnemevan ên ku bê teredut di oxira ronîkirina her tundiyê de canê xwe dan, hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bi bîr tînim û bejna xwe bi hurmet li beramberî têkoşîna wan a giranbiha kemberbest dibim.