Serhildana Rojhilat di roja 3. de ye: Dorpêçî dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên ji ber kuştina du kolberan dest pê kirin, di roja sêyemîn de ne. Rejîma Îranê hêzên xwe yên leşkerî yên li bajarên Kurdan zêde dike. Li gelek bajarên Rojhilat dikan nehatine vekirin.

Piştî ku rejîma Îslamî ya Îranê roja 4'ê Îlonê li bajarê Banê yê eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) kuşt, di serî de li Banê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dest pêkirin. Ev çalakî di roja sêyemîn de ye. Rejîma Îranê bi rengekî pratîkî Rewşa Awarte ragihandiye.

REJÎM HÊZA XWE YA LEŞKERÎ LI BANÊ ZÊDE DIKE

Li bajarê Banê, piştî çalakiyên duh û pêr, rejîma Îranê tevî ku nav lê nekiriye jî li bajêr bi pêkanînên Rewşa Awarte tevdigere. Rejîm hêza xwe ya leşkerî ya li bajêr zêde dike. Li her devera bajêr wesayitên dewriyê digerin.

Nûçegihanê ANF'ê yê li Banê ragihand, li pêşiya Qeymeqamtiya Banê ku gel li ber wê li hev civiyan, gelek pasdar û polîs hatine bicihkirin. Wekî din çalakiya gel a girtina dikanan û bikaraneanîna wesayitan, dewam dike.

LI MERÎWANÊ DIKAN GIRTÎ NE

Li bajarê Merîwan ê eyaleta Sinê, ji roja destpêkê ya çalakiyan ve rejîmê hejmareke zêde leşker û endamên Îtlaatê (îstîxbarata Îranê' şande bajêr. Ev sewqiyat dewam dike.

Nûçegihanê me yê li Merîwanê diyar kir, dikanên li Merîwanê girtî ne û hêzeke zêde ya çekdarî li dora Qeymeqamtiya Merîwanê hatiye bicihkirin. Her wiha got, hêzên rejîmê li nava kolnan li dewriyê digerin.

LI SINÊ XETA ÎNTERNETÊ HATE BIRÎN

Rejîma Îranê, li navenda eyaleta Sinê ji bo ragihandina gel bibire û nehêle bûyerên li vir diqewime ji cîhanê re bên ragihandin, xetên înternetê birî. Nûçegihanê me yê li Sinê anî ziman, li gelek cihên bajêr înternet venabe, tenê li çend nuqteyan carna xeta înternetê dikişîne.

Anî ziman ku li gelek herêmên bajêr jî hêzên rejîmê bi kincên sivîl, di hundirê wesayitên sivîl ên bi rengê reş de digerin.

Li gorî agahiyan, li navçeya Dîwandere ya navbera eyaleta Sinê û bajarê Saqizê, gelek endamên Îtlaatê yên bi kincê sivîl û polîs hatine bicihkirin.

WALIYÊ SINÊ: LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN

Waliyê Sinê Ebdulmihemed Zahidî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku li bajarê Banê yê ku sê roj in çalakî lê tên lidarxistin, rewş aram e. Zahidî îdîa kir ku kesên kolberê bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî kuştine hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, roja 4'ê Îlonê li bajarê Banê kolber Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) kuştibûn û piştî vê komkujiyê gelê Banê li ber Qeymeqamtiya Banê li hev civiya bû û deriyê avahiyê şikandibû.

Tevî Banê, li Merîwan, Pîranşar, Serdeşt û Sinê jî bang ji bo çalakiyan hatibû kirin û çalakî zêde bû bûn. Li Banê di çalakiyên duh de herî kêm 5 kes birîndar bûbûn û 10 kes jî hatibûn binçavkirin.

Li hemberî van çalakiyan, rejîma Îranê ji hewa û erdê ve hejmareke zêde ya leşkerî li bajarên navborî bi cih kiribû û di pratîkê de Rewşa Awarte ragihandibû.

Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang kiribû ku piştgirî ji çalakiyên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê re bê dayin.

Piştî vê bangê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li gundê Sawan ê Banê çalakiyek li dijî pasdarên Îranê kirin û di encamê de herî kêm 2 pasdar hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Lê belê KODAR'ê û YRK'ê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedan.