Serhed: Yekîtî yekane rêya demokratîkkirina Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye

Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Medet Serhed got: “Yekîtî û hevdengî bikare sîstema rejîma Îranê (Vilayetê feqîh) hilweşîne û bawerî bi hêza xwe bîne, dikare li Rojhilatê Kurdistanê jî weke Rojavayê Kurdistanê şoreşekê pêk bîne."

Endamê Desteya Rêveber a Komelgeya Demokratîk û Azadî Rojhilatê Kurdistan (KODAR) Medet Serhed ê tevlî bernameya Hêlîn 3 a televîzyona Aryen Tv bû, rewşa siyasî û leşkerî ya Îranê û bi taybet armanca kongreya navdarên Kurd a bajarê Sine nirxand.

Serhed di derbarê sîyaseta Îran û dewletê herêmî yê li Rojhilatê Kurdistanê got: “Kurdistan welateke jeostratejîk û jeopolîtîk e ji bo wê ye her hêzeke ji bo mudaxeleyî îranê bike hewl dide Kurdistanê hilbijêre. Rejîma dagirker a Îranê tedbîrê xwe ji bo her îhtimala guhertin û mudaxelê li kurdistanê girtiye. Her wiha rejîma Îranê ji bo meşandina sîyaset û vekirina derîyê bazirganî bi dewletên dunyayê re divê ji Kurdistanê re derbas bibe. Liv û tevgera leşkerî û şerê dawî li Rojhilatê Kurdistanê vê rastyê piştrast dike. Ev bûyer asta zilm û dagirkerya rejîma Îranê dide nîşandan.

‘LI ÎRANÊ HEMÛ OL Û ÇAND DAXWAZÊN MAFÊ XWE DIKIN, JI BO VÊ YE DIVÊ ÎRAN ÎDEOLOJIYA XWE BIGUHERE’

Serhed di berdewama nirxandinê xwe de destnîşan kir ku îdeolojîya rejîma dagirker a Îranê têk çûye û niha hemû ciyawazîyê olî û çandî li Îranê daxwaza mafê xwe dikin. Ji ber divê rejîma Îranê di îdeolojîya xwe de guhertinê esasî çêbike.

‘ME DERIYÊ XWE LI SER ESASÊ ÇARESERIYA PIRSA KURD VEKIRIYE’

Medet Serhed di derbarê hevdîtinê dîplomatîk ê hinek hizbê Rojhilatê Kurdistanê bi rejîma Îranê re jî ev got: “Her partî û rêxistinek dikare têkîlyê wê yê dîplomatîk ên berfireh hebe. KODAR jî di çarçoveya sîyasetek demokratîk deriyê xwe yê dîplomatîk li ser esasê çareser kirina mesela Kurd vekiriye. Her çend ev nûçeyên ku di vî warî de belav bûne ne zelal in. Ya rast ev e ku mirov ji dîrokê ders bigire. Di vê pêvajoya esas a dîrokî avakirina yekîtiya di nava Kurdan de û enîyek yekgirtî ji bo Kurdistanek azad girîng e.

‘DAGIRKERÊN KURDISTANÊ BI ŞERÊ NERM DIXWAZIN SIYASETA XWE PÊŞ BIXIN’

Endamê Desteya Rêveber A KODAR’ê Medet Serhed li ser kongreya navdarên Kurd a li bajarê Sine ev nirxandin kir: “Ev kongre di pêvajoyek de pêk tên ku her roj pêşengên gelê Kurd canê xwe feda dikin. Divê Simkoyê Şikak, doktor Qasimlo û Şerefkendî û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurd ku rojên derbas bûyî li Ûrmiye, Makû û Merîwan şehîd bûne ji bîr nekin. Dagirkerên Kurdistanê îro bi şerê nerm dixwaze siyasetê xwe bi pêş ve bibe.

‘YEKÎTÎ Û HEVDENGÎ HEBE DIKARE REJÎMA ÎRANÊ HILWEŞÎNE’

Serhed di dawî de destnîşan kir ku bawerî bi hêza xweya biratiya di navbera ciwaziyên mezhebî, çandî û etnîkî û her wiha yekîtiya jinan û bi pêşengiya ciwanan di vê pêvajoyê de ji bo rakirina hemû astengî li hemberî demokratîkbûnê xwedî rolek girîng e. Yekîtî û hevdengî bikare sîstema rejîma Îranê (Vilayetê feqîh) hilweşîne û bawerî bi hêza xwe bîne, dikare li Rojhilatê Kurdistanê jî weke Rojavayê Kurdistanê şoreşekê pêk bîne. Em Tevgera Azadiya Gelê Kurd her tim û di her şert û mercê de li pîşt gelê xwe ne.”