Serhed: Têkoşîna me wê li ser şopa Hakiyan bi ser bikeve

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Fîraz Serhed destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê têkoşîna wan li ser şopa Şehîdên 18'ê Gulanê û Hakiyan bi ser bikeve.

Meha Gulanê ji bo tevgerên şoreşger û sosyalîst xwedî cihekî taybet e. Meha ku bi 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran dest pê dike, bi 6'ê Gulanê dema darvekirina Denîzan, 18'ê Gulanê dema kuştina Kaypakkaya, 11'ê Gulanê dema şehadeta Ozan Mizgîn, 18'ê Gulanê dema şehadeta Hakî Karer û Halîl Çavgûn û çalakiya Çaran a li Zindana Amedê dewam dike. Ev meh di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de weke 'Meha Şehîdan' tê binavikrin. Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Fîraz Serhed destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê têkoşîna wan li ser şopa Şehîdên 18'ê Gulanê û Hakiyan bi ser bikeve.

 

Serhed ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku li gel şehadetan di vê mehê de çalakiyên mezin jî hatine kirin.

Serhed bi bîr xist ku ji 6'ê Gulanê heta 18'ê Gulanê şehadetên mezin rû dane û bi taybetî bal kişand ser pêvajoya ku bi 18'ê Gulanê re dest pê kiriye. Serhed destnîşan kir ku ya ev roj watedar kiriye, sekna fedayî ya Îbrahîm Kaypakkaya û sekna Hakî Karer e ku ruhê berxwedanê yê mezin dewam kiriye. Serhed diyar kir ku bi Şeva Çaran re kevneşopiyek hatiye afirandin û wiha dewam kir: "Taybetmendiya hevpar a hemûyan ew e ku kesayên li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê xwe li pêşberî civakê berpirsyar didîtin, di oxira civakê de xwe feda kirin. Van çalakiyan rastiya mezin a têkoşîna civakî derxistin holê. Eger hê PKK'bûyîn û cewhereke zindî ya vê hebe, ev pişta xwe dispêre vê rastiyê. Pêvajoya ku sala 1973'an bi Îbrahîm Kaypakkaya dest pê kir, wekî din şehadeta hevrê Hakî ya sala 1977'an û fedayîtiya Çaran a 18'ê Gulanê, ruhê berxwedêr ê PKK'ê nîşan dane. Nîşan dan ku çi dibe bila bibe, di nava şert û mercên herî giran de tiştekî bê kirin heye û rûmeta mirovahiyê di her şert û mercî de dikare were parastin. Eger hebûn dilsozê cewher û azadiyê be, teqez dikar gavê biavêje. Ev yek di dîroka PKK'ê de bû kevneşopiyek. Eger PKK niha di her şert û mercî de dikare li dijî faşîzm û paşverûtiya cîhanê şer bike, pêwendiya vê yekê bi ruhê 18'ê Gulanê, bi çalakiyên Îbrahîm, Hakî û Ferhat Kûrtayan heye."

Di dewama axaftina xwe de Serhed got, "Çi dibe bila bibe ev têkoşîn wê li ser şopa şehîdên 18'ê Gulanê û Hakiyan bi ser bikeve."

Herî dawî jî di şexsê şehîdên 18'ê Gulanê de hemû şehîdên meha Gulanê careke din bi bîr anî û got, "Bi berxwedêriya wan em ê teqez bi ser bikevin."