Serdeştî ev 33 sal in şopên êrîşa kimyewî li ser wan in

Beriya bi 33 salan rejîma Sedam Hisên êrîşa gaza kimyewî biribû ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê Serdeştê. 33 sal derbas bûn lê hê jî şopên giran li ser gel dimînin.

Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP'ê bal kişande ser wê ku piştî 33 salan jî hê li ser laşê şêniyên Serdeştê şopa gaza Xerdelê hene û ji bo ku ev komkujiya ku her kes çavê xwe jê re digire têdikoşin.

'KÎ WÊ LI ŞÛNA ME HILMÊ BISTÎNE'

Serokê Komeleya Mexdûrên Êrîşa Kimyewî ya Serdeştê Salih Azîzpûr got, ''Heke mirov di şerekî de pî an jî çengê xwe bide mirov dikare protezekê li cihê wê deyne lê ku kezeba mirov biçe kî wê li şûna me hilmê bistîne?''

Rejîma Iraqê 28'ê Hezîrana 1987'An êrîş bire ser Serdeştê û ev êrîşa pêşî ya kimyewî bû ya ku çûbû ser bajarekî.

Azîzpûr got, ''Ji pêçakî sê mehî bigirin heta bi heftê saliyan gelek kes mirin û birîndar bûn,hemû jî sivîl Bûn.''

BI HEZARAN KES BÛNE MEXDÛRÊ GAZÊ

Li gorî daneyên fermî di êrîşa kimyewî de 119 kes mirin, 1.518 kes birîndar bûn lê li gorî Azîzpûr ku wê demê 25 salî bû gaza xerdelê bandora xwe li ser 8 hezar kesî kir û gelek kes pê mirin.

Mahmûd Asadpûr ê 50 salî û mamoste got, ''Îro hê jî zexteke li ser kezeba min heye û bi rastî jî nikarim razim.''

Midûrê Tora Tendiristiya Civakî ya Serdeştê Dr. Rojan Qaderî jî got, ''Mixabin bandorên gaza xerdelê dimînin.''

'KEZABA MIN TÊ XWARÊ'

Qaderî got, ''Ev bandorê li ser kezebê dike an jî tine idke. Divê mirov bi vê re bijî .Bi piranî ziwabûna okulî çêdibe an jî çavê mirov şil dibe, çav û çermê mirov edeb digire, çermê mirov dixwere, çerm diçilmise, hilma mirov diçike, mirov bi rehetî nikare tevbigere.''

Leyla Marûf Zadeh ku dema êrîşên rejîma Sedam hemşîre bû dema ku behsa qêrîna birîndarên li nexweşxaneya gund kir, got, ''Hemû jî yên nas bûn ku alîkarî dixwestin. Hin jê singa wan sor bû, yên hinan hemû laşê wan sor bû.''

Hemşîre piştî ku çend saetan alîkarî bi birîndaran re dike ji bo demkurtî ew jî kor dibe. Weke cotkar Resûl Malahî, ku rojane cîhaza hilmê bi kar tîne, 18 salan bi temamî kor bûye.

BI HEVKARIYA SÛC A HÊZÊN NAVNETEWEYÎ..

1980-1988'an şerê Îran û Iraqê, 22'yê Îlona 1980'î bi êrîşên rejîma Bexdayê dest pê kir. Sedam Hisên ê dîktaro ji 1982'an û wê de li qada şer pir çekên kimyewî bi kar anîn.

Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî piştre, encex 1986'an li dijî çekên kimyewî ku di şerê Iraq û Îranê de dihate bikaranÎn helwesta xwe diyar kir. Gotinên bêkêr piştî êrîşa li ser Serdeştê jî, 20'ê Tîrmeyha 1987'an hatin bikaranÎn lê Iraq rasterast nekir hedefê.

Wê demê pênc endamên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê Çîn, DYE, Fransa, Kraliyeta Yekbûyî û Yekîtiya Sowyetan destek didina Sedam Hisê. Helwesta li bara van welatên bêdeng pir zêde ye. Bi belgeyan derkete holê ku gelek hikûmetên Rojavayî û şîrket salên 80'yî destek dane bernameya çekên kimyewî yên Sedam.

VÎRÛSA KORONAYÊ JI BO WAN BÊHTIR TALOKE YE

Êrîşa çeka kimyewî di serdema hêla koronayê de zêdetir bandorê li mexdûran dike. Dr. Qederî got,''Ji bo ku pergala xweragiriyaa wan qels e şansê jiyana wan kêm e.'' Qaderî ji bo vê xwest ku mexdûr dernekevin dereve.

Muhammed ZemanÎ ê 59 salî got, ''Em li mal in, dernakevin derve, weke ku di rikihê de bin.''

'BILA WEKE HÎROŞIMAYÊ BIBE 'SEMBOL'

2005'an Leyla Mahrûf Zadeh di doza Frans van Araat ê sanayigirê Holandî ye, ku destk dabû rejîma Sedam Hisên çekên kimyewî hilberÎne, li dadgeha Holanda şahidiyeke karîger kiribû. Anraat 17 sal cezayê sûcê şer xwar, têkilî komkujiyên Serdeştê û Adara 1988'an a li Helepçe ku 5 hezar Kurd hatibûne kuştin.

Vê biryarê hinekî dilê mexdûrên Serdeştê hênik kir lê li gorî AFP'ê di dilê xwe de dizanin ku wê dadmendÎ neyê.

Serdeştî dixwazin tiştên ku li herêma wan hatine jiyîn werin naskirin û ji bo ku careke dî dubare nebe bi rojhilatê Hîroşîmayê re ku bombeya atomê avêtibûnê bibe 'semol' têdikoşin.