Serdar Star: TC êrîşî destketiyên Başûrê Kurdistanê dike

Ji fermandarên HPG'ê Serdar Star ji çeperên Bradostê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir. Star got, "Dewleta Tirk ji sala 1992'an û vir ve li dijî Başûrê Kurdistanê tevdigere. Dixwaze destketiyên gelê me yê Başûr ji holê rake."

Serdar Star ku fermandarê hêzên HPG'ê yên li herêma Bradostê ye ji ajansa me re axivî. Star êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxand û got, planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ev sih sal in di meriyetê de ne.

Star got, "TC bir êya PDK'ê heta astekê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ji ber vê yekê jî artêşa Tirk herêma Behdînanê ji xwe re weke baregeh û qereqolê bi kar tîne. Niha jî dixwaze vê yekê li herêma Bradostê belav bike. Eger karibe vê bike wê bixwaze xwe bigihîne herêma Asosê û sînorê Pencewîn."

Star destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk li Batûfanê, Zaxo, Amediye, Şeladizê, Bamernî, Barzan û Bradostê bi ti awayî ne meşrû ye û got, "Baregehên li van herêman baregehên dagirkeriyê ne. Yên ku wan weke dost û piştevan dibînin, divê zanin ku şaşitiyeke mezin dikin."

CIH Û WARÊ BERXWEDANA KURDAN: BRADOST

Serdar Star işaret bi girîngiya berxwedana gerîla ya li Bradostê kir û got, "Herêma Bradostê wê li dagirkeriyê bibe goristan. Ti ji hêzên dewletê yên tên vê herêmê ewle nînin. Dewlet ji bo leşkerê wan netirse, ji bo karibe lê bimîne her roj hêza xwe ya leşkerî diguherîne. Lê belê her koma ku tê bi çalakiyên gerîla tên şikandin û neçar dimînin ku vekişin. Em dikarin soz bidin ku kîjan bê wê werin şikandin."

Star girîngiya dîrokî ya herêma Bradostê jî bi bîr xist û got, "Herêma Bradostê bi sedan salan e ji bo tevgerên azadiyê yên Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Vê sêgoşeyê heta niha rê nedaye hêzeke dagirker. Ji aliyê dîrokî ve herêma BradostAê di nava herêma Heyva Zêrîn de cih digire. Erdnîgariyeke ku bi çiyayên Zagrosê dor lê hatiye girtin. Pêşiyên Kurdan li vê derê serî hildane û kevneşopiya berxwedanê afirandine. Îro HPG pêşengiyê ji vê berxwedanê re dike."

ROLA PDK'Ê

Star destnîşan kir ku herêma Bradostê û eşîra Bradostê li Başûrê Kurdistanê xwedî cihekî taybet e û anî ziman, hêzên desthilatdar ên Başûrî berê jî zext li gelê Bradostê dikirin.

Star got, "Eşîr û şêxên Barzan berê gelek caran êrîş birin ser Mîrên Bradostê. Ji bo vê herêmê ji destê Bradostiyan derxînin, êrîş kirin." Star got, "Îro jî PDK bi heman rolê radibe. Li pêşberî dagierkeriya Tirk bêdeng e û alîkariyê dide artêşa Tirk ku karibe leşkerên xwe li gelek cihan deyne. Cihên ku helîkopterên Tirk leşkerên xwe lê datînin, cihên nêzî qereqolên PDK'ê ne."

DIVÊ HER KES HELWESTÊ NÎŞAN BIDE

Fermandarê HPG'ê Serdar Star got, "16'ê Cotmehê yê ku êrîşî Kerkûkê kir dewleta Tirk bû. Hêz û motîvasyoneke wiha ya Haşdî Şabî û dewleta Iraqê tine bû. Ya ku ev kir dewleta TC e" û destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên heyî yên Başûrê Kurdistanê dewleta TC ye.

Star bi dewamî got, "Ji sala 1992'an û vir ve yê ku li ber guhertina li Başûrê Kurdistanê asteng e, yê ku rê li ber bêrêtî û bêedaletiyê vekiriye, dewleta Tirk e. Lewma dewleta Tirk divê li Başûrê Kurdistanê bê şikandin. Ev yek jî bi destwerdaneke leşkerî dibe. Girîng e ev şikestin li herêma Bradostê dest pê bike û li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe."

Star ji bo berxwedanê bang kir; "Divê haya eşîra Bradostê û gelê Başûr ji van planên dewleta Tirk hebe. Gelê Bradostê tevî hemû eşîr û rêxistinbûnên xwe divê li ber vê dagirkeriyê rabe. Her wiha Barzaniyên ku ji welatê xwe hez dikin jî divê helwesteke wiha nîşan bidin. Ji ber ku ev xeterî ji bo herêmên Barzan, Şîrwan, Ergûş, Mûzîrû, Doskî, Rekan û eşîrên wan jî derba dibe."

DAGIRKIRINA BRADESTOÊ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE

Star destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li Bradostê re di şexsê PKK'ê de dixwaze Kurdîtiya azad tine bike û got, "Dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK'ê hatiye vê derê. PKK tê wateya gelê Kurd. Lewma şerê li dijî PKK'ê, tê wateya şerê li dijî hêza şoreşger a Kurdistanê. Yekane hêza ku li Kurdistanê nehatiye eciqandin û kontrolkirin HPG ye. Êrîşa li dijî vê hêzê tê wateya êrîşa li dijî Kurdistana azad."

Fermandarê gerîla Serdar Star işaret bi helwest û biryardariya berxwedanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê kir û wiha dewam kir: "Li herêma Bradostê her roj derbeke girantir li hêzên dagirker tê xistin. Gerîlayên Kurdistanê rojane derbên giran li dagirkeran dixin. Weke gerîlayên Kurdistanê çawa ku em berê ji bo parastina Kurdistanê amade bûn, niha û ji niha û pê ve jî em ji şerê parastinê re amade ne. Bila kes nekeve nava şik û gumanan. Em ê di asta herî bilind de li ber xwe bidin.

BILA GELÊ BAŞÛR BERÊ XWE BIDE BRADOSTÊ

Star ji bo xurtkirina şerê parastinê yê gerîla ku bi dayina berdêlan dike, bang kir û got, "PKK bi xurtî li ber xwe dide. Hevalê me Demhat Zindan ê ji eşîra Rekanê di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Gerîla rojane derbê li artêşa dagirker dixe û berdêlan jî dide.

Girîng e gelê Başûrê Kurdistanê vê têkoşînê weke têkoşîna xwe bibîne û keç û xortên başûr cihê xwe li nava ref û çeperên gerîla bigirin. Çawa ku gelê Bradostê bi sedan salan li ber xwe da, divê helwesta xwe ya şoreşgerî ya îro jî hê xurtir bike û bidomîne."