Serdanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam dikin

Heyeta KNK'ê, ji bo nîqaşkirina yekîtiya neteweyî banga avakirina platformeke hevpar kir, li Hewlêrê bi nûnerên Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) re rûnişt.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku bi vê armancê dest bi hevdîtinan kiriye, bi Hewlêrê bi nûnerên Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) rûnişt.

Heyeta KNK'ê ji Alîkarê Hevserokan Tahir Kemalîzade, endamê Dîwana KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK'ê Ferhat Dostkî û Şîkrûllah Hemed Emîn pêk tê. Rawestgeha destpêkê ya heyetê, Navenda Giştî ya Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan bû. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan Xidir Rûsî û endamên tevgerê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina li vir bi qasî saetekê dewam kir. Rûsî, ji ber xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî heyeta KNK'ê pîroz kir û diyar kir, ew amade ne ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî destekê bidin.

Heyeta KNK'ê piştre serdana Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Giştî yê partiyê Gafûr Maxmûrî û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Vê hevdîtinê jî bi qasî saetekê dewam kir û Maxmûrî anî ziman, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin.

KNK, piştî banga xwe ya ji bo avakirina platforma hevkar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî, roja 12'ê Hezîranê dest bi hevdîtinan kir û bi dorê çû serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komala Îslamî, Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Hizbî Zehmetkêşan, Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Bizûtneweyî Îslamî û Koma Civakên Kurdistanê (KCK).