Sercerdevan malbata mexdûr ji navçeyê derxistin

Malbata ku dest ji gilîkirina kesên ku li dibistaneke li Elbakê dest avêt zaroka wan a 8 salî berneda, ji aliyê sercerdevan Îskender Ertûş ve ji navçeyê hate derxistin.

Li navçeya Elbakê ya Wanê, dibistanekê kesekî 2 hefteyan destdirêjî li Î.G. a 8s alî kir. Zaroka 8 salî piştre ji malbata xwe re qala vê êrişê kir. Malbata Î.G. piştî ku bi bûyera destdirêjiyê hesiya yekser kete nava liv û tevgerê. Malbata Î.G. tevî zaroka xwe çû dibistanê. Î.G. piştî ku kesê 60 salî yê karî paqijiyê dikir dît, kir qîrînî. Li ser vê yekê bavê Î.G. bi êrişkar Y.K. re şer kir. Rêveberiya dibistanê û polîsan dest li vê yekê werdan.

DESTDIRÊJÎ HATE ISPATKIRIN, ÊRIŞKAR HATE GIRTIN

Piştî lêpirsînê, bi delîlan û dîmenê kamerayê ispat bû ku Y.K. destdirêjî kiriye. Dadgehê li ser giliyê malbatê biryar da ku Y.K. bê girtin.

SERCERDEVAN ÎSKENDER ERTÛŞ KETE DEWRÊ

Êrişkarê destdirêjiyê Y.K. bi rêya malbata xwe agahî da sercerdevan Îskender Ertûş û jê xwest, bike ku malbat dest ji gilîkirinê berde. Li ser vê yekê sercerdevan Îskender Ertûş bi malbata Î.G. re hevdîtin kir û zext lê kir ku dest ji gilîkirinê berde. Malbatê got ku wê dest jê bernede û li ser vê yekê Îskender Ertûş û parêzvanê wî biraziyê êrişkarê destdirêjiyê Faysal Kiliç gef lê xwar.

MALBATÊ NAVÇE TERIKAND

Sercerdevan û parêzvanê wî gef li malbatê xwarin ku eger di nava rojekê de Elbakê neterikînin wê mirinê bidin ber çavên xwe. Piştî vê gefê malbata Î.G. tevî xizmên xwe neçar ma ku di şevekê de Elbakê biterikîne.